Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê Zekî Aykut û malbata wî ji bo xwedîkirina ajelan xwe ku di konê naylon de dijîn.
Xwediyê ajelan li Mûşê dijîn ji ber şert û mercên zivistanê di xwedîkirina pezên xwe de zehmetiyê dikşînin.

Ji xwediyê pezan ku zehmetiyê dikşîne yek jî Zekî Aykut ê 49 salî ye. Aykut ji navenda bajêr 35 kîlometre dûr li gundê Agilliyê dijî û bavê 4 zarokan e.
Aykut got ku ev kar ji bav û kalên wan ji wan re maye û wiha pê de çû: "Bi qasî 100 pezê me hene. Giya û kaya me tuneye. Em ji bo ka û giya diçine navçeya Kopê, Milazgirê û navenda Mûşê û ji wan deran dikirin. Me li qada gund ji xwe û ji ajelên xwe re konên naylon vedan. Em zivistanê 6 mehan li gund û 6 mehan jî diçin zozanan dimînin. Ji ber vî karî em mecbur 12 mehan li konan dijîn."

Jina malê Hurî Aykut jî got ku ew serê sibê radibe û sobê hildike û piştre jî taştê amade dike. Hurî destnîşan kir ew alîkariyê dide mêrê xwe û wiha domand: "Ez rojê 3 caran kayê ji ajelan re dibim. Jiyana konan de gelekî zehmet e, lê em mecbur in tê de bijîn. Çimkî karê me ajeldarî ye. Ji aliyê din ve hin caran jî em mêvanan xwedî dikin. Tu wextê me yê vala tuneye. Em hin caran jî di têlevîzyonê da nûçeyan temaşe dikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse