Li Şingalê otomobîlên bê plak bûne sedema metirsiyan

27-02-2019
Tehsîn Qasim
Tehsîn Qasim
Li Şingalê polîsên trafîkê nînin
Li Şingalê polîsên trafîkê nînin
Nîşan Şingal Polîsm Trafîk Otomobîl Plaka
A+ A-

Şingal (Rûdaw) – Ev zêdeyî du salana navçeya Şingalê hatiye rizgarkirin, lê heta niha jî li navçeyê polîsên hatûçûnê nîne. Li beramber de hejmara otomobîlên bê plaka zêde bûne û vê yek li navçeyê bûye sedama metirsiyan.

 

Li navçeya Şingalê nêzîkî 400 otomobîlên bê plaka hene ku ji bo xelkê navçeyê bûne metirsî.


Derbarê vê yekê de xelkê Şingalê Hesen Felah ji Rûdawê re wiha got: “Niha otomobîlên bê plaka bûne metirsî. Ji ber ku polîsên trafîkê nîne ew otomobîl nayên tespîtkirin. Gelek otomobîlên bê plaka hatine dizîn ew nayên tespîtkirin. Eger plakayên wan hebin dê baştir be.”


Li navçeyê ji ber nebûna polîsên trafîkê hinek kes bi derfet û rêbazên xwe û rêyên deryasayî plakayan çêdikin.


Xortekî Şingalê jî ev yek  piştrast kir û got: “Min bixwe plaka li malê çêkiriye, hikûmeta çênake. Min reqemên mobile xweşewistiya xwe li ser otomobîlê daniye.”


Li ser vê mijarê Rêveberiya Şingal û Rêveberiya  Polîsên Neynewayê hevdîtin kirin û ji bo çareserkirina pirsgirêkê soz dane.


Qeymiqamê bi wekalet ê Şingalê Fehid Hemed jî derbarê otomobîlên bê plaka de got: “Piştî karesata mezin hejmareke zêde ruxset û belgeyên xwe winda kirin, lewma em di xalên kontrolê de ji welatiyan re hêsankariyan dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst