Li herêmên erdhejê bihayê barkirina malan 5 qat zêde bûye

Mereş (Rûdaw) - Avahiyên ku piştî erdhejê zirareke zêde dîtine û metirsiya herifînê li ser wan heye, niha ji aliyê xwediyên wan ve têne valakirin. Xwediyên xaniyan firax û mobîlyayên xwe derdixin û bar dikin. Bazara barhilgir û kompaniyên barkirinê germ bûye û heqdestê barkirina malan jî 5 qatan biha bûye.

Piştî erdheja şeşê Sibatê ew avahyên metirsiya herifînê li ser hene xwediyên wan navmalya xwe bar dikin.

Bazara makineyên barkirinê û barhilgran germ bûye di beranber de bihayê karê wan pênc caran bilind bûye.

Adem Halisoglu got “Em ji Stenbolê hatin. Min barê alîkariyê bir Hatayê û ereba xwe vegerand Stenbolê. Gotin li vê derê zêde milet pere distînin, yên ku 8 hezar lî re yên ku 10 hezar lîre. Min makîneya xwe hilda ez hatim vê derê. Rojê diyar nabe, em îro hatin vêderê ev mala sisêyan e ku em dikşînin û em dê herin cihên din jî.”

Pêştir bihayê karê wan ji 150 heta 200 dolaran derbaz nedibû lê niha gihiştye heta hezar û 200 dolaran.

Xwedanên navmalyan dibêjn di vê karesatê da hindek keysa xwe dibînin.

Xwediyê malê Erdal Sedredîn dibêje “Beriya erhejê ev erebeyên hanê texmîne bi 2-2.5 heta 3 hezar lîreyî hebûn, lê îrojî em geriyan ji kêmî 25an me nedît, evê niha me girtiye jî me bi 8.5 hezar lîreyî girt ew jî camêreke wek we kete navê, ji me re alîkarî kir. Dor jî tinebû, me mêrik anî hat, lê dor qet tine, erebe nayên dîtin.”

Xwediyê malê Elî Şaş diyar kir “Kirêya veguhestinê 3 hezar lîre ye, ev jî 2 hezar lîre, yên ku li jorê kar dikin jî bi 5 hezar lîreyî kar dikin ango veguhestin bi 15 hezar lîreyî ye.”

Bi hezaran malên li parêzgehên erhejê lêdayî şepirze û pirt û belave bûne û her kes qesta gund û chekî dike, bo wê hindê bikaribe jina zaroyên xwe tê de bi parêzin.