Li Wan, Bedlîs, Colemêrg û Mûşê rêyên 1077 gund û gundikan girtî ne

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarên Wan, Bedlîs, Colemêrg û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê ji ber mercên neyînî yên hewayê rêya 1077 cihan hat girtin.

Li Wanê rêya 390 cihan girtî ye

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, bajar bi berfa ku doh êvarî dest pê kiribû spî bûye.

Ji ber berfa ku şevê din dem bi dem bariya rêya 166 tax û 224 gundikan hat girtin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi 240 wesayît û 600 karmendan dest bi xebatên paqijkirina berfê kir.

Tîmên şaredariyê ji bo vekirina rêyan hewl didin û li kolan û kuçeyên navenda bajêr jî berfê paqij dikin û xwê diavêjin ser rêyan.

Li Bedlîsê rêya 304 gundan girtî

Birêvebirê Xizmetguzariyên Rê û Veguhastinê yê Îdareya Taybet a Bajêr a Bedlîsê Umît Kurtkan ragihand ku li bajêr rêya 304 gundan ji ber berfê hatiye girtin.

Kurtkan diyar kir ku tîmên wan ji bo vekirina rêyan dixebitin.

Tîmên Rêbejan û Şaredariya Bedlîsê jî li ser rêyên sereke û kolanan xebatên paqijkirina berfê didomînin.

Berfê li navçeya Hîzanê jî bandor li jiyanê kir.

Li navçeya ku bi berfê spî bûye welatiyan berfa ber deriyê mal û kargehên xwe û ya li ser wesayîtên xwe paqij kir.

Li Mûşê rêya 173 gundan girtî ye

Li Mûşê piştî barîna berfê di çûn û hatinê de astengî çêbûn.

Li bajêr welatiyan berfa li ser wesayîtên xwe paqij kir.

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur da zanîn ku berf li seranserê bajêr bi bandor bûye.

Yentur diyar kir ku ji ber berfê rêya 173 gundan hatiye girtin û ji bo welatî mexdûr nebin ew dê demildest rêyan vekin.

Li Colemêrgê stûriya berfê gihişt 30 santîman

Li Colemêrgê ji doh ve berf dibare û mij heye.

Stûriya berfê li navenda bajêr gihiştiye 30 santîmetreyan.

Li gorî agahiyên Îdareya Taybet a Bajêr, li seranserê parêzgehê rêya 210 cihên nîştecîbûnê hatiye girtin.

Tîmên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyan dest bi xebatan kir.

Tîmên şaredariyê jî li navenda bajêr û rêyên taxan berf paqij kir û xwê avêt ser rêyan.

Berfê li navçeya Geverê jî bandor li jiyanê kir.