Li Şirnexê qeza, 9 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê mînîbusek qulibî û 9 kesên tê de birîndar bûn.

Li nêzîkî gundê Şêxreşê yê Şirnexê qezayeke trafîkê çêbû.

Mînîbusa rêwiyan a bi plakaya 72 ACE 644 a ku nasnameya ajokarê wê hîn nehatiye diyarkirin ji rê derket û wergeriya.

Di qezayê de ajokar û 8 rêwiyên di wesayîtê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, AFAD, tîmên agirvemirandinê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên dewletê yên Şirnex û Cizîrê.