Çîroka jîngehparêzekê: Eger xezûrê min nebe em dê ji birçîna bimirin
Hewlêr (Rûdaw) - Dilovan Haşim zilamekî 39 salî ye û 15 sal in wekî jîngehparêz kolanên nahiyeya Kewirgoskê ya Hewlêrê paqij dike.
Lê ew û malbata xwe di xaniyekî kevn ê kirê de dijîn ku metirsiya rûxanê li ser heye.
Xwediyê xanî jî ji wan dixwaze ku xanî vala bikin.
Dilovan bi meaşê mehane yê 300 hezar dînarî dixebite.
Dilovan Haşim bû mêvanê bernameya "Berpirsiyarê Remezanê" ya Rûdawê de ku Şehyan Tehsîn pêşkêş dike û behsa rewşa xwe û malbata xwe kir.
Dilovan got, "Xaniyê min kirê ye û kirêya wê 100 hezar dînar e. Ez kirêya du mehan deyndar im.
Xwediyê malê ez agahdar kirime ku ez xanî vala bikim çimkî metirsiya rûxanê li ser heye."
Beşek ji ban û dîwarên pêjgeh û jûra wî welatiyî rûxaye.
Hevjîna wî ji tirsa rûxanê neçar e xwarinê li mala xezûrê xwe çêbike.
Ev karker par dema ku Alaya Kurdistanê bilind dikir ketiye xwarê û çokê wî derketiye.
Wî heta niha nekariye emeliyat bibe û ji ber vê yekê nikare karên giran bike.
Her wiha nexweşiya kolonê jî bi Dilovan re heye.
Debara vê malbatê ne tenê li ser meaşê Dilovan e.
Dilovan piştî kar bi motorekî ku xêrxwazekî ji bo wî kiriye, di nava kolanan de kek, cips û vexwarinên gazî difiroşe.
Lê wekî ku ew bi xwe dibêje, rojane tenê 10 hezar dînarî qezenc dike.
Hevjîna Dilovan Xerman Xalidê diyar kir ku kel û pelên di nava malê de yên xwediyê xanî ne.
Wê da zanîn ku eger ew ji wî xaniyî derkevin tiştekî wan nîne ku bi xwe re bibin.
Xermanê got, "Me tenê makîneyeke cilşûştinê bi qîst kiriye. Kurekî me ji ber nexweşiya dil canê xwe ji dest da.
Niha keçeke me ya şîrxwer heye ku xezûrê min şîr wê dikire. Eger mala xezûrê min nebe em dê ji birçîna bimirin."
Nexweşiya şekir bi hevjîna Dilovan re heye û pêdiviya wê bi dermanan heye.
Meaşê Dilovan ê 300 hezar dînarî têra kirêya xanî, derman û pêdiviyên zaroka wan nake.
Dilovan bi rêya Rûdawê ji xêrxwazan alîkariyê dixwaze da ku ji wî xaniyê metirsîdar rizgar bibin û mesrefên tedawiya nexweşiyên xwe peyda bike.