ENKS: Ew civîn bê wate ye

Qamişlo (Rûdaw) - ENKSê ragihand, civîna duh a Lêvegera Siyasî bê wate ye û ew pabendî biryar û encamên wê nabin.

 

Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de ragihand ku berpirstiya bicîhnekirina Rêkeftina Dihokê di stûyê TEV-DEMê de ye û bang li TEV-DEMê kir, bi serê xwe siyasetê neke.

 

Di daxuyaniya ENKSê de hatiye gotin ku TEV-DEM li gorî berjewendiyên xwe yên taybet û bê rêzgirtina prensîpên hevpariya siyasî tev digere ji ber wê yekê karê Lêvegera Siyasî hat rawestandin.

 

ENKSê herwiha anî ziman ku TEV-DEM navê Lêvegerê ji bo karê xwe bikar tîne û rola Barzanî di îmzekirina Rêkeftina Dihokê de ji bîra xwe dibe.

 

Di daxyaniyê de ENKSê pabendbûna xwe bi Rêkeftina Dihokê aniye ziman û diyar kiriye ku her civîneke Lêvegerê ku 75% ji endamên wê tê de beşdar nebin, bê wate ye.

 

ENKSê di dawiyê de bang li TEV-DEMê dike ku li gorî vê qonaxa hestiyar a Rojavayê Kurdistanê tev bigere.

 

Endamên Lêvegera Siyasî duh li bajarê Qamişlo civiyabûn lê ENKSê ew civîn boykot kiribû.