Egitim-Sen: Derbarê 300 mamosteyan de lêpirsîn heye
Navenda Nûçeyan - Sendikaya Egitim-Sen a taybet bi mamostayan Mûşê ragihand ku, hikûmeta Tirkyê derbarê 300 mamosteyên kurd lêprisîn vekirye û bi awayekî ne hûquqî wan ji kar dûr dixe.
Sendikaya Egitim-Sen a Mûşê di daxuyenyeke de ji raya giştî re diyar kir ku, ji ber ku ew mamoste endamên sendikaya wan ne, lêprisîn bi wan re tên kirin û ew têne sirgûnkrin.
Di daxuyaniya sendikayê amaje kir ku êdî rêveberên Wezareta Perwerdeya Tirkiyê bi awayekî netewperestî nêzîkî mamosteyên kurd dibin û wan weke djimin dibînin.
Egitim-Senê Mûşê dest nîşan kir ku, her endamekê komeleya wan ji mamosteyan dema ku tevlî her çalakiyeke kurdan bibe, yekser lêprisîn bi wan re dest pê dike yan jî ji bo deverên dûr tên sirgûnkirin.