Navenda Nûçeyan - Ji bo ku Colemêrg ji bona tûrîzma zivistanê were naskirin, li Navenda Kaşûnê ya Merga Botanê festîvala berfê hat lidarxistin.
Bi organîzasyonkirina parêzgeriyêê û tevkariya Rêveveriya Çand û Tûrîzmê ya Bajêr, Îdareya Taybet a Bajêr, Rêveberiya Karûbarê Ciwanan û Sporê, Şaredariya Colemêrgê, Rêveberiya Perwerdeya Millî ya Bajêr û Zanîngeha Colemêrgê li Navenda Kaşûnê ya Merga Butanê festîval hat lidarxistin.

Parêzgarê Colemêrgê Cuneyit Orhan Toprak di vekirina festîvalê de axivî û got ku berf nîmeteke herî xweş e ku Xwedê daye mirovan û dinyayê û diyar kir, heke berf baş were bikaranîn ji aborî, jiyana civakî û sporê re wek dahat e.

Toprak bi bîr xist, li gelek bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji ber germbûna hewayê sezona kaşûnê kuta bû û diyar kir, li bajêr 10 roj in berf dibare û li Navenda Kaşûnê ya Merga Botanê mirov hê xwe dişemitînin.

Piştî çalakiyan stranên bi kurdî û tirkî hatin gotin, Toprak, endamên protokolê û welatiyan govend gerand. (aa)

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse