110 kesên di Newroza Amedê de hatibûn desteserkirin hatin berdan

Hewlêr (Rûdaw) – 110 kesên ku di dema lidarketina ahnega Newroza Amedê de hatibûn desteserkirin duh hemû hatin azadkirin.

 

Di 21ê Adarê de li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê, mezintirîn aheng û merasima pîrozbahiya cejna Newrozê birêve bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatibû sazkirin û bi hezaran kes beşdar bibûn.

 

Piştî bidawîbûna ahenga Newrozê jê beşek zarok û jin bi giştî 110 kes bi hincetên cuda hatibûn desteserkirin.

 

Li gor medyaya nêzîkî HDPê kesên hatîn desteserkirin piştî karûbarên wan ên yasayî û îfade wergirtina wan hemû hatin berdan.