Koşka Xesro Xan a li bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê yek ji berhemên dîrokî yên girîng e ku di serdema mîrektiya Erdelanê de hatiye çêkirin.
Di nivîsa li ser Koşka Xesro Xan a li bajarê Sine ku îro paytexta parêzgeha Kurdistanê ye, tê gotin ku di sala 1223ê Hicrî (Mîladî 1808) de di serdema Mîrektiya Erdelan de hatiye avakirin.
Koşk ji aliyê Xesro Xan kurê mezin ê Mîrê Kurdistanê Amanullah Xan Ardalan ve hatiye avakirin û her çiqas koşk navenda rêvebirina siyasî û leşkerî bû jî, lê bi piranî ji bo merasîm û şahiyan dihat bikaranîn.
Xesro xan hevjînê yekem dîroknas, helbestvan û nivîskara Kurd ku bi navê Mestûre Erdelan "Mah Şeref Xan an jî Mestûre-i Kurdistani" tê naskirin e.
Koşk li ser qadeke bi qasî 6000 metreçargoşe hatiye avakirin, ev koşkeka bi îhtîşam bi rez û baxçeyan hatiye nixumandin.
Koşka ku di nav avahiyên dîrokî yên bêhempa yên Rojhilatê Kurdistanê de cih digire, her sal bi taybetî di Newrozê de pêşwaziya gelek geştiyaran dike.
Wêne: Bilind Tahir/Rûdaw