Yekîtiya Ewropayê ji ber êrişa li Soranê peyamek da Nêçîrvan Barzanî

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke hevbeş ji Ofîsa Yekîtiya Ewropayê û konsul û nûnerên welatên Yekîtiya Ewropayê yên li Herêma Kurdistanê wergirt.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, wan di peyamê de hevxemiya xwe ya ji bo wê êrişa bi mûşekan nîşan daye ku sibeha 24ê Adara 2026an li ser devera Soranê hat kirin.

Di encama êrişê de 6 Pêşmerge şehîd bûn û 30  pêşmerge jî birîndar bûbûn.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn, "Ofîsa Yekîtiya Ewropayê û konsul û nûnerên welatên Yekîtiya Ewropayê sersaxiyeke kûr ji Serok Nêçîrvan Barzanî û malbatên wan 6 Pêşmergeyên qehreman re xwestiye ku di êrişê de şehîd bûne."

Her wiha wan hêviya başbûnê ji bo birîndaran xwastiye.

Dilgiraniya ji êrişan

Serokatiya Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir ku kopiyeke peyamê ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî re jî hatiye şandin.

Di peyamê de dilgiraniyeke kûr ji wan êrişan hatiye nîşandan ku di çend hefteyên borî de li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Yekîtiya Ewropayê hevsengî û hevxemiya xwe û welatên xwe ji bo Herêma Kurdistanê ducare kiriye û tekezî li ser piştgiriya aramî û ewlehiya herêmê kiriye.