Çiya Kobanî bi awayekî fermî dest bi peywira xwe kir

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Çiya Kobanî, bi fermî wekî Alîkarê Fermandarê Firqeya 60î dest bi peywira xwe kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HSDyê derbarê mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

"Di çarçoveya peymana 29ê Kanûna Paşîn de ye"

HSDyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ev gav di çarçoveya "Peymana 29ê Kanûna Paşîn" de hatiye avêtin û got:

“Di çarçoveya bicihanîna xalên peymana 29ê Kanûna Paşîn de, Endamê Fermandariya me ya Giştî Çiya Kobanî (Hecî Mihemed Nebo) bi fermî wekî Alîkarê Fermandarê Firqeya 60î dest bi peywira xwe kir."

Entegrasyona bi artêşa Sûriyeyê re

Di berdewamiya daxuyaniyê de behsa entegrasyona HSDyê ya bi artêşa Sûriyeyê re hat kirin û hat gotin:

"Ev gav di çarçoveya rêkxistina pêwendiyên leşkerî û tevlîkirina hêzên leşkerî yên HSDyê di nav sîstema parastina Sûriyeyê de pêk tê.

Ev yek dê hewldanên yekbûyî yên parastinê xurt bike. Her wiha dê asta rûbirûbûna pirsgirêkên ewlehiyê bilindtir bike."

Di dawiya daxuyaniyê de HSDyê tekez kir ku "parastina sivîlan û aramiya herêmê armancên wan ên sereke ne."