Li Semsûrê zarokekî 8 salî yê otîstîk winda bû

Hewlêr (Rûdaw) - Zarokê otîstîk ê 8 salî Firat Can Temelê li gel malbata xwe ji Meletiyê ji bo serdana xizmên xwe çûbû Semsûrê, ev du roj in agahî ji wî nayê wergirtin.

Ji bo dîtina wî li herêmê dest bi xebatên berfireh ên lêgerînê hat kirin.

Li gorî agahiyan, Firat Can Temel yek ji sê zarokên Îbrahîm û Neslîhan Temel e.

Ew bi malbata xwe re çû herêma Mestanê ya navçeya Çîlikanê ya Semsûrê.

Firat di dema serdanê de ji malê derket û piştî demeke kurt winda bû.

Malbatê ji bo dîtina wî Navenda Bangên Bilez a 112an agahdar kir.

Tîmên cendirmeyan çûn herêmê.

Wan li derdorê dest bi xebatên lêgerînê kir.

Îhtîmala ketina nav çêm heye

Hat zanîn ku Firat Can Temel otîstîk e.

Îhtîmal heye ku ew ketibe Çemê Koturê yê li nêzîkî herêmê.

Ji ber vê yekê tîmên polîsên pêwendîdar ên Birêvebiriya Ewlehiyê ya Semsûrê jî çûn herêmê.

Tîmên pêwendîdar di bin avê de li wî digerin.

Tîmên cendirmeyan jî li ser bejahiyê xebatên xwe didomînin.

Hat ragihandin ku xebatên lêgerînê di roja xwe ya duyemîn de didomin.