AMED - Di rojên cejnê de bi dehan ton kezeb hat xwarin
Amed (Rûdaw) - Li Amedê di nav çar rojên betlaneya cejnê de, welatiyên xwecihî û geştyaran dîsa herî zêde kezeba Amedê tercîh kir.
Kezeba navdar a vî bajarî ku bi navê Amedê hatiye tomarkirin û nîşaneya erdnîgariyê wergirtiye, di hemî demsalan de xwarina yekem e.
Di vê cejnê de jî bi dehan ton kezeb hat firotin.
Geştyarê bi navê Serhet Serdar got, “Goşt hişk nîne, nerm e. Piçekî tûj e lê gelekî bi lezet e.
Ez ji Silêmaniyê hatime û cara ewil e kezeba Amedê dixwim. Bê guman pir xweş e. Ez careke din werim ez dê dîsa kezebê bixwim."
Geştyarê bi navê Mehmet Ateş jî got, "Ji ber ku kezeba vir navdar e em hatine vir. Kezeba Amedê pir xweş e."
Geştyarê bi navê Ahmet Gulmez jî got, "Em mehê herî kêm çar caran tên vir û kezebê dixwin. Ez pir jê hez dikim."
"Kî were Amedê kezebê dixwe"
Li Amedê zêdetirî 400 kargehên kezebê hene. Ew li gel kezebê cureyên kebabê jî difroşin lê geştyarên ku tên bajêr berî her tiştî kezebê diceribînin.
Xwediyê kargehê Cîgercî Xalo jî got, "Ji ber ku kezeba me navdar e li Amedê pir tê xwarin.
Di vê cejnê de me tonek û 200 kîlo kezeb firot. Mişteriyên me ji Qersê heta Tekîrdagê û heta Ewropayê hene.
Ji ber ku kezeba me diecibînin ji her derê tên."
Niha li Amedê porsiyoneke kezebê di navbera 400 û 500 lîreyî de tê firotin.
Li gorî texmînan, di 4 rojên cejnê de zêdetirî 25 ton kezeb hatiye firotin.
Hosteyê cîgerê yê bi navê Nasir jî got, "Li Amedê eleqeyeke pir mezin ji bo kezebê heye.
Hem Newroz bû hem jî cejn bû, karê me ji sedî sed zêde bû. Me di cejnê de nêzîkî 3 ton kezeb firot. Em gelekî memnûn bûn."
Kezeba Amedê bi şêwaza çêkirina xwe û nîşaneya erdnîgariyê, êdî li asta cîhanê bûye sembola xwarinên vî bajarî û bi nav û bang bûye.