Roja yekşemê xwendin dîsa dest pê dike
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Perwerde û Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistiyê biryar da ku roja yekşemê deriyên navendên xwendinê ji xwendekaran werin vekirin.
Di daxuyaniyeke hevbeş de ku nusxeyek gihîştiye Rûdawê, her 2 wezaretan ragihand ku piştî civînekê wan biryara destpêkirina ducare ya navendên xwendinê daye.
Li gorî daxuyaniyê, roja yekşemê 29ê Adara 2026an, xwendin dê li hemû dibistan, zanîngeh û peymangehan dest pê dike.
Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku her du wezaret dê di demeke nêzîk de bi daxuyaniyên cuda hûrguliyên rêkarên destpêkirina pêvajoya xwendinê eşkere bikin.