Seyran Papo: Me zimanê Kurdî xist nav bernameya zanîngehên Almanyayê

Cejna Newrozê li avahiya Parlamentoya Herêma Schleswig-Holsteinê ya Almanyayê hat pîrozkirin.

Parlamentera Kurd a Partiya CDUyê Seyran Papo ku rêkxira vê ahengê ye, di hevpeyvîneke li gel Rûdawê de diyar kir ku Kurd di gelek waran de li Almanyayê çalak in û bandoreke wan a mezin li ser bipêşketina welat heye.

Seyran Papoyê ragihand ku pîrozbahiya îsal bi beşdariya pêkhateyên cuda (Kurd, Efxan, Hindî, Îranî) û nûnerên dînên cuda pêk hatiye. Papoyê tekez kir ku wekî partî ew li dijî asîmîlasyonê ne û dixwazin hemû pêkhate bi ziman û çanda xwe beşdarî bipêşxistina Almanyayê bibin.

Seyranê di berdewamiyê jî de got: "Almanya niştimanê me hemûyan e û mafên me yên wekhev tê de hene."

Seyran Papoyê behsa destkeftiyeke giring a Kurdan a li Schleswig-Holsteinê kir û got:

"Me karî em zimanê Kurdî bixin nav bernameya zanîngehên vê herêmê. Ev ji bo me destkeftiyekî dîrokî ye."

Parlamentera Kurd her wiha bal kişand ser hewlên ji bo rêlibergirtina dersînorkirina Êzidiyan a li herêmê.

Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Seyran Papoyê re wisa ye:

Rûdaw: Çar sal in li ser hev li Parlamentoya Schleswig-Holsteinê Cejna Newrozê tê pîrozkirin.

Kesê li pey vî karî siyasetmedareka Kurd e ku di partiya CDU de parlamenter e. Seyran xanim pîroz be, tu çawa yî?

Seyran Papo: Ez jî cejna te û ya hemû gelê Kurd pîroz dikim. Me îro Newrozeke gelekî xweş pîroz kir û ez gelekî dilxweş im.

Rûdaw: Newroz cejneke Kurdan lê min dît ku te mirovên ji neteweyên cuda vexwendine. Te dixwest çi peyamê bidî?

Seyran Papo: Ez parlamenter im û beşek ji karên min li gel biyaniyan e. Wekî te dît Efxan, Îranî, Hindî, Cihû, Misilman û birayên me yên Êzidî li vir bûn. Her wiha jin, ciwan û nûnerên partiyên din jî amade bûn. Îro di nav parlamentoyê de dîmenekî pir bedew ê pêkvejiyanê hebû.

Rûdaw: Rewşa Kurdan li vê herêmê çawa ye? Em dizanin hejmara Kurdên li Almanyayê her ku diçe zêde dibe. Ma derfetên li pêşiya Kurdan çawa ne?

Seyran Papo: Tê gotin ku li Almanyayê nêzîkî 2 milyon Kurd hene. Ev civakeke mezin e. Li Schleswig-Holsteinê jî hejmara Kurdan zêde ye û ew di meqamên fermî de ne. Ez dikarim bêjim Kurdên li vir di bipêşxistina vî welatî de xwedî rol in û ev yek cihê şanaziyê ye.

Rûdaw: Kurd li vir çi dikin? Ma ew di nav civakê de çalak in?

Seyran Papo: Gelek xwendekarên me hene û gelek mirovên me ji bo bipêşxistina vê herêmê dixebitin. Em dixwazin deriyan li ber her kesê ku dixwaze xwe bi pêş bixe vekin. Em li dijî asîmîlasyonê ne; bila her kes bi ziman û çanda xwe li gel me be. Her çi qas dilê me li Kurdistanê be jî, ev welat ê me ye û mafên me li vir hene.

Rûdaw: Di hilbijartinên herêmî yên dawî de partiya we (CDU) li hinek cihan bû yekem. Sala bê hilbijartinên giştî hene. Ma tu dê careke din bî baweriya dengderan?

Seyran Papo: Hilbijartin dê sala bê di meha nîsanê de werin kirin. Ez bawer dikim me li Schleswig-Holsteinê hem ji bo gelê xwe hem jî ji bo biyaniyan karên baş kirine. Wekî mînak, me karî em zimanê Kurdî bixin nav bernameya zanîngehan ku ev destkeftiyekî dîrokî ye. Dema ez bûm namzed min soz dabû ku ez dê vê projeyê pêk bînim û min kir. Her wiha di mijara Êzidiyan de me peyameke zelal da ku nabe Êzidî werin dersînorkirin. Em di warê aborî, perwerde û mafên jinan de jî serkeftî bûn. Serokwezîrê me Daniel Gunther jî gelekî tê hezkirin çimkî wekî CDU em çi sozê bidin em tînin cih.

Rûdaw: Gelekî spas, Newroza te pîroz be.

Seyran Papo: Ez jî spasiya we û hemû mêvanan dikim. Newroza her kesî pîroz be.