Qubad Talebanî: Amerîka çekan nade partiyên Rojhilatê Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand ku Amerîka ti hêzên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê ne çekdar nake.

Talebanî her wiha diyar kir ku ew li dijî beşdarbûna wan hêzan a di vî şerî de ne.

Qubad Talebanî diyar kir ku ti agahiyên wan nînin ku Amerîka partiyên Rojhilatê Kurdistanê çekdar dike.

Talebanî amaje bi wê yekê kir ku desthilata Herêma Kurdistanê ji wan hêzan re gotiye ku beşdarbûna wan a di vî şerî de li ser axa Herêma Kurdistanê dê ne "aqilmendane" be.

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha got, "Em rê nadin tiştekî wilo li vir bibe."

Qubad Talebanî di beşeke din a axaftina xwe de behsa êrişên komên çekdar ên Îraqî jî kir û ew wekî "milîsên deryasayî" pênase kirin.

Talebanî di berdewamiya axaftina xwe jî de got, "Me ev mijar gelek caran li gel hikûmeta federal a li Bexdayê gotûbêj kiriye.

Me daxwaz ji wan kiriye ku desttêwerdanê bikin û rê li ber wan komên ku êrişî Herêma Kurdistanê dikin bigirin."

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku hikûmeta Bexdayê "pabendbûna xwe nîşan daye" da ku van êrişan rawestîne.

Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê 28ê Sibatê dest pê kir. Ji wê demê ve Herêma Kurdistanê bi mûşek û dronan ji aliyê komên çekdar û Îranê ve dibe armanc.