Almanya: Em dê piştgiriya ji bo Pêşmergeyan bidomînin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Parastinê ya Almanyayê ragihand ku hikûmeta welatê wî bi dilgiraniyeke mezin pêşhatên li Herêma Kurdistanê dişopîne.

Berpirsê Almanyayê diyar kir ku Almanya wekî hevalbendekî kevn dê xurtkirina hêzên Pêşmergeyan bidomîne.

Asayîşa Herêma Kurdistanê û şerê herêmê

Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê bandoreke mezin li herêmê û Herêma Kurdistanê kiriye.

24ê vê mehê, Îranê bi mûşekan êrişî hêzên Pêşmerge yên li navçeya Soranê kir. Di encama wê êrişê de 6 Pêşmerge şehîd ketin û 30 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Ev di dema de ye ku Herêma Kurdistanê her tim tekez dike ku ew ne beşek ji vî şerî ye.

Berdevkê Wezareta Parastinê yê Almanyayê got, "Wezîrê Parastinê yê Federal Boris Pistorius bal kişand ser wê neîstîkrariya ku Îran li herêmê çêdike. Wezareta Parastinê pêşhatên li Herêma Kurdistanê bi hûrgulî û bi dilgiraniyekê dişopîne."

Têkiliyên Pêşmergeyan û artêşa Almanyayê

Berdevk diyar kir ku aramiya herêmê ji bo Almanyayê giring e û wiha li pey çû:

"Almanya bi rêya têkiliyên dualî û di çarçoveya berpirsyariyên navneteweyî de beşdar dibe.

Em bi rêya dîplomasî û projeyan ji bo geşedaneke aştiyane û çareserkirina nakokiyan dixebitin."

Wî berpirsê Alman her wiha destnîşan kir ku têkiliyên artêşa welatê wî û Pêşmergeyan gelekî baş in û got:

"Têkiliyên me di encama hevkariya çendîn salan de hatine avakirin. Armanca Almanyayê ew e ku Pêşmerge wekî akterekî giring ê asayîşê her tim xurt bike."

Berdevkê Wezareta Parastinê amaje bi projeyên wan ên li Kurdistanê kir û bi bîr anî ku wan di mehên borî de nexweşxaneyek radestî Pêşmergeyan kiriye.

Her wiha daxuyand ku şêwirmendiya bijîşkî ya leşkerî ev 10 sal in berdewam dike.

Berpirsê Almanyayê tekez kir ku tevî hemû astengiyan ew dê hevkariya xwe bidomînin û îsal projeyên nû pêk bînin.