Li Erzinganê erdhej

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Têrcanê ya parêzgeha Erzinganê erd hejiya.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku pileya erdhejê 4,1 e.

Li gorî AFADê, erdhejê saet 01:30î rû daye.  

Herwiha kûrahiya erdhejê 15,67 kîlometre ye.

Heta niha li ser xisarên erdhejê ti agahî nehatine dayîn.