Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Urdinê pêwendiyên dualî gotûbêj kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Eymen Sefedî re pêwendiyên dualî û aramiya herêmê gotûbêj kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro çû Emanê paytexta Urdinê û ji aliyê Şahê Urdinê Şah Ebdulah Duyem ve hat pêşwazîkirin.
Nêçîrvan Barzanî bi Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Eymen Sefedî re jî civiya.
Di hevdîtinê de, xurtkirina pêwendiyên di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê û Urdinê de hatin gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du aliyan rûzanên herêmî û navdewletî nirxandin û wan bal kişand ser girîngiya hevahengiyê ji bo parastina aramiya herêmê.
Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de biryardariya Herêma Kurdistanê û Îraqê ya ji bo bipêşxistina pêwendiyên bi Urdinê re dubare kir û ji bo hewlên wê yên piştgiriya aştiya herêmî spasiya Urdinê kir.
Eymen Sefedî jî kêfxweşiya xwe ji bo serdana Serokê Herêma Kurdistanê nîşan da û tekezî li wê yekê kir ku Urdin dixwaze hevkariya bi Îraq û Herêma Kurdistanê re berfirehtir bike.
Pêwendiyên Urdin û Herêma Kurdistanê
Yekem: Pêwendiyên aborî û bazirganî
Qebareya dan û standina bazirganî ya navbera Urdin û Îraqê di sala borî de nêzîkî milyarek û 500 milyon dolarî bû.
Herêma Kurdistanê jî beşeke darîçav a vê dan û standina bazirganî ye çimkî Herêma Kurdistanê bala şirketên Urdinê dikişîne ku niha şaxên şirketên wan ên li Herêma Kurdistanê gihiştiye 108an.
Ev pêwendî bûye sedem ku Meclisa Kar a Hevbeş di navbera Yekîtiya Veberhêneran a her du aliyan de were avakirin.
Duyem: Pêwendiyên di warê tenduristiyê de
Pêwendiyên Urdin û Herêma Kurdistanê yên di warê tenduristiyê de bi rengên cuda ne.
Meclisa Bijîşkî ya Urdinê bawerî daye Herêma Kurdistanê, xwendekar û stajyarên Herêma Kurdistanê dikarin li Navenda Husên a ji bo çareserkirina nexweşiya penceşêrê bixwînin û rahênana pêwîst wergirin, her wiha hevahengî bi Meclisa Perestarên Urdinî re hatiye kirin.
Sêyem: Pêwendiyên di warê akademîk de
Piştî lidarxistina konferansa Xwendina Bilind a Urdin-Kurdistanî ya sala borî, niha Wezareta Xwendina Bilind a Urdinê 20 zanîngehên Herêma Kurdistanê nas dike, derçûyên van zanîngehan dikarin li Urdinê xwendina xwe bidomînin.