PWK û DEM Partiyê piştgiriya Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê kir

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê û Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) piştgiriya xwe ji bo Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê nîşan da.

Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê bi serperiştiya ENKS û PYNKyê bi beşdariya 400 delegeyan doh li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.

Gelek kesayet, partî û rêxistinên Kurdan peyamên piştgiriyê ji konferansê re şandin.

DEM Partiyê jî pîrozbahî li Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê kir û konferans wekî gaveke dîrokî pênase kir.

“Derfeteke dîrokî ye”

DEM Partiyê di peyama xwe de wiha got:

“Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li gelê me pîroz be.

Ev konferans ji bo avakirina yekîtiya di navbera Kurdan de û ji bo avakirina demokrasiyê derfeteke dîrokî ye.

Yekane rêya çareseriyê modela demokratîk e ku li Rojava hatiye li darxistin.

Bijî yekîtiya gelê me!”

PWKyê jî konferans pîroz kir û got, “Konferansê di encamnameya xwe de, daxwaza mafên neteweyî, demokratîk ên gelê me yê Rojavayê Kurdistanê û sîstemeke nenavendî anî zimên û ji bo bi Rêvebiriya Şamê re bibe mixetab, biryara dyarkirina heyeteke hevbeş hat girtin.”

PWKyê hêvî kir ku encamên konferansê, li Rojavayê Kurdistanê ji bo yekrêzî û tifaqeke mayînde ya neteweyî, niştimanî û ji bo pêkanîna daxwaz û hêviyên Kurda derbarê yekrêziyê bibe destpêkek.

“Em hêvî dikin bibe destpêkeke nû”

Di berdewamiya daxuyaniya PWKyê de wiha hat gotin:

“Em hêvîdar in ku encamên konferansê, ji bo hevdûqebûlkirin û rêzlihevgirtina hemû partiyên Kurdan ên Rojavayê Kurdistanê bibe destpêkekê û ji pêvajoyeke nû ya ku azadî, demokrasî û kultura pirrengiyê lê desthilatdar be, bibe destpêkeke nû.

Em hêvîdar in ku encamên konferansê ji bo bidestxistina mafên neteweyî, demokratîk û statuyeke milî, cografî, siyasî bibe destpêkek.

“Em hêvî dikin xelkê Rojavayê Kurdistanê bibe şirîkê dewleta Sûriyeyê”

Em hêvîdar in ku encamên konferansê, rê ji wê yekê re veke ku gelê me yê Rojavayê Kurdistanê, li ser esasê wekheviyê, bi statuyeke federalî, li gel hemû gelên li Sûriyeyê dijîn, bibin şirîkê dewleta Sûriyeyê.

Em weke Partiya Welatparêzên Kurdistanê, hemû pêkhateyên vê konferansê, rêzdar Serok Mesûd Barzanî, rêzdar Mezlûm Ebdî û hemû kesayet û aliyên ku di lidarxistina konferansê de rol û keda wan heye, bi hestên xwe yên neteweyî û niştimanî pîroz dikin.

Em piştgir û alîgirên doza neteweyî û azadiyê ya xwişk û birayên xwe yên Rojavayê Kurdistanê ne.”