Li Xarpêtê qeza: 25 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê minibus wergeriya û di encamê de 25 kes birîndar bûn.

Minibusa ku navê şofêrê wê A.Z li kîlometreya 45emîn a rêya Xapêt-Amedê ji kontrolê derket û derbasî şerîda din arê bû û wergeriya.

Di qezayê de li gorî tesbîtên ewil şofêr jî di nav de 25 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs, cendirme û tîmên AFADê çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr.

Parêzgarê Xarpêtê Numan Hatîpoglu jî çû cihê qezayê û der barê qezayê de ji ekîban agahî hildan.