Mamosteyên Kurdî: Bi zanebûn kêm kontenjanan didin mamosteyên Kurdî
Stenbol (Rûdaw) - Înîsiyatîva Mamosteyên Kurdî li ser veqetandina 6 kontejanan a ji Kurdî re got, "Bi zanebûn kêm kontenjanan didin mamosteyên Kurdî."
Li Tirkiyeyê 15 hezar mamosteyên nû tên tayînkirin lê Wezareta Perwerdeyê tenê 6 kontenjan ji dersa zimanê Kurdî re veqetandin.
Yek ji mamosteyên zimanê Kurdî ku hêj nehatiye tayînkirin jî Numan Yucelê 30 salî ye.
Mamoste Numan, di sala 2018an de ji Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê mezûn bûye.
Lê ji ber ku her sal 4-5 kontenjan ji bo mamosteyên Kurdî tê veqetandin; mamoste Numan jî wekî hevalên xwe yên din ji neçarî karekî din dike.
"Me dixwest em zarokan fêrî Kurdî bikin"
Mamosteyê Kurdî Numan Yucel xwest ku ew jî wekî mamosteyên din li dibistanan dersê bidin zarokan û wiha got:
"Ev 7 sal in em ji beşa Kurdî derçûne lê mixabin ji ber kêm kontenjanan tayîna me çênebû.
Ji loma jî em karên ku ne li gorî me ne dikin. Dema em mezûn bûn me dixwest wekî mamosteyên din li dibistanan dersê bidin zarokan.
Me dixwest em zarokan fêrî Kurdî bikin. Wextê ku ez pirtûkên Kurdî dixwînim bi rastî jî çavên min tijî dibin, ez gelekî hestiyar dibim."
"Hikûmet û wezaret bi zanebûn kontejanên mamosteyên Kurdî kêm diyar dikin"
Berpirsê Înîsiyatîva Mamosteyên Kurdî Emîn Ay ji Rûdawê re axivî û got ku lazim e Wezaret kontenjanên mamosteyên Kurdî zêde bike û wiha pê de çû:
"Sala par 35 hezar xwendekar dersa bijarte ya Kurdî hilbijartin lê niha hejmara mamosteyên aktîf ên Kurdî derdora 130 hene.
Ji loma jî ev hejmara kêm a mamosteyên Kurdî têra xwendekaran nake.
Jixwe hikûmet û wezaret jî vê yekê dizanin lê bi zanebûn kontenjana mamosteyên Kurdî kêm diyar dikin.
Niha 6 kontenjan dane Kurdî. Ev hejmareke komîk e. Em ji vê yekê nerazî ne."
Di demekê de ku li Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan "pêvajoyeke nû" dest pê kiriye, çavê Kurdan û mamosteyên Kurdî li wê yekê bûn ku hikûmet vê carê zêdetir girîngiyê bi Kurdî bide û kontenjaneke zêde bide mamosteyên Kurdî lê ev daxwaz û hêvî nehat bicihkirin.
Sazî, komele, platform û aktîvîstên zimanê Kurdî bertek û nerazîbûn nîşanî wezareta perwerdeyê didin.
"Zarok Kurdî hildibijêrên lê mamoste nînin"
Aktîvîsta zimanê Kurdî Makbule Serçeyê ji nebûna mamosteyên Kurdî kir û xwest ku zêdetir mamoste bên tayînkirin wiha got:
"Zarokên Kurd dersa Kurdî hildibijêrin lê pirsgirêka herî mezin ev e ku mamosteyên Kurdî tune ne.
Lazim e herî kêm 200 mamoste bêne tayînkirin. Em dixwazin polên Kurdî zêdetir bin û zimanê me bibe zimanê Kurdî."
Wezareta Perwerdeya Tirkiyeyê, 5 kontenjan ji zaravaya Kurmancî re û 1 jî ji zaravaya Kirmanckî (Zazakî) re veqetand.
Lê belê ji bo mamostetiya Îngilîzî 757, ji bo Tirkî 623, ji bo Rrebî 51, ji bo Almanî 23 û ji bo Rûsî jî 9 kontenjan hatine veqetandin.
Li gorî zanyariyên nefermî, heta niha ji 4 zanîngehan ji beşên lîsansê zêdeyî 800 û li gel yên beşên masterê jî derdora 2 hezar mamosteyên Kurdî derçûne.
Ji wan tenê derdora 200 mamoste li dibistanan hatine tayînkirin.