Silêman Oso: Şandeyeke Kurdan dê here Şamê
Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Desteya Serokatiyê ya ENKSyê Silêman Oso ragihand ku şandeyeke Kurdan a hevbeş dê di demeke nêzîk de here Şamê.
Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê doh li Qamişloyê hat lidarxistin.
Endamê Desteya Serokatiyê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Silêman Oso ji Rûdawê re got:
“Konferans serkeftî bû û Kurdan yekrêziya xwe nîşan da û hemû aliyên siyasî beşdarî konferansê bûn.”
Silêman Oso diyar kir ku di çend rojên pêşiya me de şandeyeke Kurdî ji bo gotûbêjan li gel hikûmeta nû ya Sûriyeyê dê were pêkanîn û got:
"Her wekî me belgename amade kir, bi heman şêweyî bi gotûbêjan em û PYD û partiyên siyasî û Kek Mezlûm Ebdî dikarin şandeyekê pêk bînin ku karibe nûnertiya gel bike di van gotûbêjan de."
Oso diyar kir ku ew şande dê nûnertiya hemû aliyan bike, ne tenê ya PYD û ENKSyê û li pey çû:
"Bi awayekî giştî mijara van dan û standinan ne mijara nûnertîkirinê ye, bi qasî ku em karibin hinek kesan bişînin û ew kes karibin wê belgenameyê biparêzin, ev mijara sereke ye.
Dema ku gotûbêj dest pê bikin şêwirmendên taybet jî dê hebin û em pêwendiyê bi pisporên xwe re datînin."
Wî derbarê dema pêkanîna şandeyê got ku ti dem nehatiye diyarkirin lê dê gelekî neajo û ji ber hestiyariya rewşê dê di dema herî nêzîk de bê pêkanîn.
"Nameya Serok Barzanî garantiyek bû"
Payama Serok Mesûd Barzanî ya ji bo konferansê ji aliyê nûnerê Serok Barzanî Hemîd Derbendî ve hat xwendin.
Silêman Oso nameya Serok Mesûd Barzanî wekî garantiyekê pênase kir û anî zimên:
"Em her du alî pêbendî vê belgenameyê ne, Kek Mezlûm Ebdî garantî da ku ya li ser hatiye lihevkirin dê bê bicihanîn û ti alî jê venagere.
Bicihanîna lihevkirinê li ser îradeya wan aliyan dimîne ku îmze kirine.
Berê lihevkirin di navbera du aliyan de bû, PYD û ENKS.
Lê yek ji xalên erênî ew e ku îro beşeke mezin a aliyên siyasî û gelê me û nûnertiya civaka sivîl û kesayetî beşdar in û bicihneanîna wê ji aliyê her aliyî ve bibe barekî giran.”
"Gelek faktorên erênî hene"
Silêman Oso amaje bi xalên “erênî” yên konferansê kir û got:
"Ji aliyekî din gelek faktorên din ên erênî hene ku ev lihevkirin bê bicihanîn.
Wekî nimûne Îran li Sûriyeyê nemaye, Hizbulah nemaye, hevkêşeya siyasî li Sûriyeyê guheriye."