PDK: Me deriyê dan û standinan negirtiye

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Dr. Muhemed Xurşîd diyar kir ku PDKyê deriyê dan û standinên avakirina hikûmetê negirtiye.

Dr. Muhemed Xurşîd ji Rûdawê re ragihand ku wan ji bo çalakkirina parlamentoyê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewleke zêde daye lê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bûye asteng.

Serkirdeyê PDKyê her wiha got ku PDKyê deriyê dan û standinan negirtiye.

Dr. Muhemed Xurşîd beşdarî bultena saet 12:00an a Tora Medyayî ya Rûdawê bû ku Senger Ebdulrehman pêşkêş dike.

Serkirdeyê PDKyê li ser rewşa siyasî got, "Ew mijara ku li Herêma Kurdistanê derketiye pêş, li cem her kesî mijareke nexwestî ye."

Xurşîd diyar kir ku piştî destpêkirina civînên li gel YNKyê, bernameya kar a hikûmetê bi dawî bûbû û ji bo çalakkirina parlamentoyê jî wextek hatibû diyarkirin lê "mixabin YNK ji bo çalakkirina parlamentoyê amade nebû."

Hewla ji bo aramiyê û kabîneya 10an

Ew endamê Komîteya Navendî ya PDKyê behs kir ku PDK heta niha jî dixwaze "aramiyek bi ser rewşa siyasî de were da ku em karibin bi hev re parlamentoyê çalak bikin û li gorî qebare û dengên aliyan kabîneya 10an a hikûmetê pêk bînin."

Dr. Muhemed Xurşîd hişyarî da ku eger ev rewş bidome, "divê em serî li rêkarên din bidin."

Yek ji wan rêkaran jî wekî wî gotî, "vegera ser raya gel e" ku mebest jê hilbijartina pêşwext e.

Hîmê dan û standinan

Li ser dan û standinan Muhemed Xurşîd ronahî xist ser xaleke giring û got:

"Me li ser bingeha 23 kursiyan li gel YNKyê dan û standin kirine, ne li ser bingeha 38 kursiyan."

Serkirdeyê PDKyê her wiha destnîşan kir ku her aliyê din ku bixwaze beşdarî hikûmetê bibe, divê wekî aliyê yekem ê serkeftî yê hilbijartinê li gel PDKyê rûnê.

Xurşîd got, "Pêwendiyên me û YNKyê di qonaxeke baş re derbas nabin" lê diyar kir ku hîn negihîştiye asta bêhêvîbûnê.

"YNK bi zanabûn dibe asteng"

Li gorî wî berpirsê PDKyê, YNK bi zanabûn rê li ber pêkanîna kabîneya 10an digire.

Serkirdeyê PDKyê di berdewamiyê jî de got:

"PDK ne partiyeke wisa ye ku aliyek karibe mercan ji bo wê diyar bike û bijardeya 'A yan B' deyne pêşiya wê.

Pêwîst e, wekî hêza yekem û serkeftî, em bi hev re rûnên û li gorî berkeftiyan bigihîjin peymanekê, çimkî PDKyê deriyê dan û standinan negirtiye."