Amerîkayê ji bo girtina Heyder Xerawî 10 milyon dolar xelat danî
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji bo her kesê ku li ser cihê fermandarê koma Tevgera Ensarulah el-Ewfiyayê Heyder Mezher Melek Seîdî agahiyan bide, xelateke 10 milyon dolarî danî.
Washington vê komê wekî "rêxistineke terorîst" nas dike.
Bernameya Xelatên ji bo Dadperweriyê ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser hesabê xwe yê Xê biryar belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Pêwîstiya me bi agahiyên li ser Heyder Mezher Melek Seîdiyê ku bi navê Heyder Xerawî tê naskirin heye û em li wî digerin."
Washingtonê Tevgera Ensarulah el-Ewfiyayê tohmetbar kiriye ku "êrişî dezgehên dîplomatîk ên Amerîkayê yên li Îraqê û her wiha êrişî baregehên leşkerî û karmendên Amerîkayî yên li Îraq, Urdin û Sûriyeyê kiriye."
Her wiha hat destnîşankirin ku ev êriş bûne sedema kuştina leşkerên Amerîkayê.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve de hat diyarkirin ku her kesê agahiyên hûrgilî bide, mimkin e ku xelata darayî wergire û egera "veguhastina wî ya bo cihekî ewle" jî heye.
Ev xelata sêyem a bi vî rengî ye ku Washington di vê mehê de radigihîne.
Di mehekê de 3 xelat
Beriya niha 23yê Nîsana 2026an, Washingtonê ji bo bidestxistina agahiyên li ser serkirdeyê Ketayib Seyîd Şuhedayê Ebû Ala Welaî xelateke 10 milyon dolarî ragihandibû.
Her wiha 14ê Nîsana 2026an ji bo Sekreterê Giştî yê Ketayibên Hizbulaha Îraqê Ehmed Himêdawî jî xelateke heman rengî danîbû.
Hevdem li gel van xelatên darayî, Washingtonê zextên xwe yên aborî yên li ser hikumeta Bexdayê jî zêde kirine da ku rê li ber wan koman bigire.
Li gorî medyaya Amerîkayê, Washingtonê wekî karteke zextê ya li ser serkirdayetiya siyasî ya Îraqê şandina pereyên neqd ên ji bo Îraqê rawestandiye û budceya bernameyên ewlehiyê yên li wî welatî jî cemidandiye.
Heyder Xerawî kî ye?
Navê wî yê temam Heyder Mezher Melek Seîdî ye û wekî "Heyder Xerawî" tê naskirin.
Ew Sekreterê Giştî yê koma Tevgera Ensarulah el-Ewfiyayê ye ku komeke çekdar a Şîeyên Îraqê ye û alîgira Komara Îslamî ya Îranê ye.
Xerawî wekî yek ji fermandarên meydanî yên herî nêzîkî Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdarên Îranê tê dîtin.
Koma wî ne tenê li nav Îraqê, belkî li nav xaka Sûriyeyê jî çalak e û di şerên wî welatî de ji bo piştgiriya desthilata Esed tevlîbûneke wê ya berçav hebû.
Rûbirûbûna bi Amerîkayê re
Amerîka, Xerawî û koma wî tohmetbar dike ku li derveyî desthilata dewleta Îraqê kar dikin û hêzên xwe li herêmên sînorî yên di navbera Îraq, Sûriye û Urdinê de bi cih kirine.
Washington di wê baweriyê de ye ku rola sereke ya Heyder Xerawî di rêkxistina wan êrişan de hebûye ku bûne sedema kuştina leşkerên Amerîkayê li herêma "Birca 22yan" a li Urdinê û di êrişên berdewam ên li ser baregeha Tenefê de jî rol lîstiye.