Lêpirsîna Gulistan Dokuyê ji bo dosyeya hevala wê Rojwelatê bû hêvî

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî desteserkirin û girtinên nû yên di Doza Gulistan Dokuyê de malbata hevala wê ya nêzîk Rojwelat Kizmazê ducare serî li dadgehê da.

Rojwelat Kizmaz sala 2024an mirî hatibû dîtin.

Gulistan Doku ji 5ê Kanûna Paşîn a 2020î ve winda ye.

Xebatên lêgerîna Dokuyê Çiriya Pêşîn a 2022yan hatibûn bidawîkirin.

Ji 13ê Nîsanê ve di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê de pêleke nû ya desteserkirinan dest pê kir.

Heta niha 12 kes hatin girtin. Parêzgarê Dêrsimê yê wê demê Tuncay Sonel û kurê wî Mustafa Turkay Sonel jî di nav wan kesan de ne.

Piştî van bipêşketinan malbata Rojwelat Kizmazê jî ragihandibû ku ew dê serî li serdozgeriyê bidin.

Rojwelat Kizmaz Sibata 2024an li navçeya Heskîfê ya Êliha Bakurê Kurdistanê mirî hatibû dîtin.

Mirina Kizmazê wekî xwekuştinê ketibû qeydan.

"Xalên hevpar hene"

Li gorî nûçeya ANKAyê malbatê îro serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê da.

Parêzera malbata Kizmazan Sumeyye Gultekin Aykutê li ber dadgehê daxuyanî da.

Sumeyye Gultekin Aykutê diyar kir ku di navbera bipêşketinên dawî yên dosyaya Dokuyê û dosyaya Rojwelat Kizmazê de xalên hevpar hene.

Parêzer Aykutê destnîşan kir ku divê ev wekhevî ji aliyê hiqûqî ve wekî "delîlên nû" werin nirxandin.

Aykutê anî zimên ku di her du dosyayan de jî xemsariyên cidî hene.

Wê got tevî ku serlêdana windabûnê hatiye kirin jî xebatên lêgerînê dereng mane.

Wê her wiha destnîşan kir ku qeydên kamerayan û zanyariyên krîtîk di dema xwe de nehatine kontrolkirin û lêpirsîneke berfireh nehatiye meşandin.

Aykutê daxuyand ku derbarê kes û karmendên dewletê yên ku berpirsyariya wan heye de ti kiryara bibandor nehatiye kirin.

"Çima 3 rojan lêgerîn nehat kirin?"

Birayê Rojwelat Kizmazê, Mehmet Kizmaz jî diyar kir piştî ku wan hêzên ewlehiyê agahdar kirine, 3 rojan ti xebata lêgerînê nehatiye kirin û wiha axivî:

“Xwişka min sê rojan sax bû. Çima sê rojan lêgerîn nehatiye kirin? Li vê derê MOBESE (kamerayên çavdêriyê) heye. Xaçerê diyar e.

Tu bi kû de biçî diyar e ku dê di wê xaçerêyê re bê çûn lê li kamerayan nenihêrtine û ew li wir sê rojan ji mirinê re hatiye terikandin...

Ew li bendê bûye ku destek jê re bê dirêjkirin. Ne ku dest jê re nehatiye dirêjkirin, ew hatiye dehfdan.

Miamele ev e. Yanî encama ku ew 3 rojan sax e û lêgerîn nayê kirin ev e.”