Li Tirkiyeyê stres êdî bûye parçeyekî jiyanê

Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa DORinsightê ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê stres êdî bûye rewşeke timî.

Şirketa lêkolîn û hûrbîniyê ya online DORinsightê, bi helkefta "Meha Hişyariya Stresê" lêkolîna xwe ya di vê derbarê de belav kir.

Li gorî encamên lêkolînê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji her du kesan yek di bin streseke giran de dijî.

Şirketa DORinsightê diyar kir ku stres êdî ne demkî ye, bûye rastiyeke civakî ya daîmî.

Li gorî amaran, zêdetirî ji sedî 50ê beşdaran dibêjin ku stres bandoreke dijwar li jiyana wan a rojane dike.

Sedema herî mezin a vê rewşê jî bi rêjeya ji sedî 50,5an mercên giran ên aboriyê û derdê debara jiyanê ye.

Barê kar û xema paşerojê

Li gorî nûçeya Businessmedê, encama herî balkêş a lêkolînê derbarê çavkaniya stresê ye.

Ji sedî 50,5ê beşdaran rasterast "rewşa aborî" wekî sedema sereke nîşan didin.

Lêkolîn nîşan dide ku nêzîkî ji sedî 65ê stresê, bi awayekî rasterast an nerasterast, bi zextên aborî ve girêdayî ye.

Barê giran ê kar, fikarên li ser paşerojê û faktorên din jî piranî wekî encamên van tengasiyên aborî derdikevin holê.

Stres di tevahiya rojê de bi mirov re ye

Lêkolîn nîşan dide ku stres ne tenê di demên teng de, di piraniya rojê de tê hîskirin.

Ji sedî 40,5ê beşdaran dibêjin ku dema mijûlî kar û barên xwe dibin stres wan digire lê ya balkêş ji sedî 23,9ê wan diyar dikin ku stres di tevahiya rojê de qet ji ser wan ranabe.

Ev yek nîşan dide ku ji bo ji sedî 64ê civakê, stres ne rewşeke demkî yan bi kêliyan e, ezmûneke herdemî ye.

Stres bandorê li kar, xew û têkiliyan dike

Qada ku stres herî zêde bandorê lê dike, bi rêjeya ji sedî 53,1ê "rewşa derûnî" ye.

Piştî wê, bi rêjeya ji sedî 21,1an performansa kar, bi ji sedî 10,4an rêkûpêkiya xewê û bi ji sedî 10,1an pêwendiyên civakî zererê dibînin.

Ev encam nîşan dide ku stres êdî ne tenê xemgîniyek e, wekî barekî giran bandorê li tenduristiya hiş û jiyana civakî dike.

Jin û ciwan bêhtir di bin zextê de ne

Li gorî zayendê, rêjeya stresê di nav jinan de (ji sedî 54,4) ji ya mêran (ji sedî 42,4) bilindtir e.

Her wiha jin bandora stresê ya li ser jiyana rojane bêhtir wekî "giran" û "pir giran" pênase dikin.

Di nav komên temenî de jî ciwanên di navbera 18-24 salî de bi rêjeya ji sedî 50,7an di asta herî jor a stresê de ne.

Zexta aborî û xema siberojê herî zêde bandorê li ciwanan dike.

Rêyên revê: Medyaya civakî û tenêbûn

Mirov ji bo ku ji stresê dûrkevin, serî li rêbazên cuda didin.

Ji sedî 34,8ê beşdaran di medyaya civakî de wext derbas dikin.

Ji sedî 17ê wan li fîlm û rêzefîlman temaşe dikin û ji sedî 17,4ê wan jî tenêbûnê hildibijêrin.

Lê rêjeya kesên ku ji bo vê pirsgirêkê piştgiriya pisporan (psîkolog an jî bijîşkan) werdigirin, tenê di asta ji sedî 1ê de dimîne.

Hêviyên ji bo paşerojê kêm in

Beşdar derbarê paşeroja vê rewşê jî ne gelekî bi hêvî ne.

Ji sedî 38,5ê beşdaran bawer dikin ku dê asta stresê qet neyê guhertin.

Ji sedî 29,2yê wan dibêjin dê hîn jî bêhtir zêde bibe û tenê ji sedî 29ê wan hêvî dikin ku hinekî kêm bibe.

Ev yek nîşan dide ku civak bawer nake ev rewşa krîtîk di demeke nêzîk de bi dawî bibe.