Lêpirsîna li ser Şaredariyê: Qeyûm û 45 gumanbar li dadgehê ne

Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya lêpirsîna li ser birêvebiriya berê ya Şaredariya Xelfetiyê de, qeyûm û şaredarê berê yê AK Partiyî Şeref Albayrak jî di nav de, 46 gumanbar derketin pêşberî dadgehê.

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, derbarê dema birêvebiriya berê ya Şaredariya Xelfetiyê de bi tohmetên "avakirina rêxistinê bi mebesta sûckirinê" û "di îhaleyan de gendelî" operasyonek hatibû destpêkirin.

Di çarçoveya vê operasyonê de 46 gumanbarên ku Şeref Albayrak jî di nav de ye, şandib dadgehê.

Kar û barên li ewlehiyê bi dawî bûn

Tîmên Şaxa Dijî Qeçaxçîtî û Sûcên Organîze ya Birêvebiriya Ewlehiyê ya Rihayê, 24ê Nîsanê bi koordînasyona Serdozgeriya Komarê ya Bêrecûkê operasyoneke berfireh pêk anîbû.

Di operasyonê de 50 kes hatibûn desteserkirin ku di nav wan de Şeref Albayrak, endamên berê yên encumena şaredariyê, xebatkarên şaredariyê û hinek esnaf jî hebûn.

Piştî temambûna kar û barên li birêvebiriya ewlehiyê, gumanbar veguhastin dadgehê.

4 kes hatin berdan

Piştî wergirtina îfadeyên li ewlehiyê, 4 gumanbar bi fermana dozgeriyê hatin berdan.

46 gumanbarên din jî piştî kontrola tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan, birin Dadgeha Bêrecûkê.

Hat zanîn ku xebatên ji bo desteserkirina gumanbarekî din heta niha didomin.

Di operasyona 24ê Nîsanê de, bi giştî derbarê 51 gumanbaran de lêpirsîn hatibû destpêkirin ku 28 ji wan karmendên dewletê ne.

Şeref Albayrak sala 2016an dema Qeymeqamê Xelfetiyê bû, piştî girtina Şaredarê DBPyî Mustafa Bayram, wekî qeyûm tayînî Şaredariya Xelfetiyê hatibû kirin.

Albayrak di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de wekî namzedê AK Partiyê ketibû pêşbirkê lê li hemberî berbijêrê DEM Partiyê Mehmet Karayilan têk çûbû.

Ev lêpirsîna niha jî li ser giliyê birêvebiriya nû ya DEM Partiyê hatiye destpêkirin.