Obama: Em dixebitin ku çekên atomî bi kar neyên

Navenda Nûçeyan – Serokê Amerîka Barack Obama îro serdana bajarê Hîroşîma ya Japonê kir û gul li ser monomênta bîranîna qurbaniyên bombeya atomî danî. Obama herwiha ragihand: “Em dixwazin kar bikin ku bi ti awayî çeka atomî bi kar neyê, çimku ji cîhan ji ber wê rastî şikest û karesatek mezin bûye.”

 

Barack Obama di berdewamiya geşta xwe ya bo Japonê de, îro înê li monomênta bîranîna qurbaniyên bombeya atomî ya bajarê Hîroşîma ya Japonê amade bû û li wir gotarek pêşkêş kir.

 

Obama di gotara xwe de ragihand, şerê cîhanî bû sedema malwêraniyê bi taybet bo Hîroşîma û Nakazakî û pêwîst e ew yek dubare nebe û nabe ku qerbaniyên din bên dan.

 

Obama got: “Em niha dixebitin, daku aştî û asayiş li cîhanê hebe. Ji ber çend komên terorîstî, cîhan rastî çend kirîzan hatiye û gerek ew kirîz werin çareserkirin.”

 

Serokê Amerîka amaje bi wê jî kir, bi sedema kirîzên cîhanê û bi taybet hejarî û bêkarî, gerek hewlên cidî bên dan û hemû alî beşek bin ji avakirina jêrxana aborî û mirovî li cîhanê û rê ji çêbûna kirîzan bê girtin û herwiha rûbirûyê tundûtîjiyê bibin.

 

Barack Obama da xuyakirin: “Ol jî rê li kuştina mirovan digirin û rê nadin (wê yekê). Ji ber wê yekê jî ew yek xalek bihêz e û gerek em metirsiyên ser mirovahiyê rawestînin û ew metirsiyên ku hene jî, wan pûç bikin.”

 

Di berdewamiya axavtina xwe de Obama destnîşan kir: “Hîroşîma em fêr kirin ku gerek şer bi dawî were û gerek em reforman pêk bînin.”

 

Derbarê karesta Hîroşma de jî, Serokê Amerîkayê got: “Ez niha li Hîroşîma me, ew bajarê ku xelkê wê bêguneh û bêtawan di şerê cîhanî yê duyem de bi bombeya ji nav çûn û bûne qurbanî. Pêwîst e em hemû nevegerin bo qonaxên dijwar ên dîrokê û nabe ku bûyer dubare bibin. Bîreweriya Hîroşîma wê yekê tîne bîra me, ku nabe em fêrî tundûtîjiyê bin. Amerîka û Japon du dostên gelek nêzîkî hev in û em xalên hevbeş ên navbera xwe geştir dikin.”

 

Di şerê duyem ê cîhanî de Amerîka li dijî her du bajarên Hîroşîma û Nakazakî yên Japonê bombeya atomî bi kar anî û di encam de bi sedan hezar kes jiyana xwe ji dest dan.

 

Piştî bikaranîna bombeya atomî ji aliyê Amerîka ve, Japon teslîmbûna xwe di şer de ragihand.