Li Îdirê qeza, mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îdirê pîkapek qulibî, kesek mir û 4 kes birîndar bûn ku birînên 2yan ji wan xedar in.

Qezayê li ser rêya Îdir û Nexçîvanê rû da.

Pîkapeke bi plakaya Azerbeycanê, li bin guhê darên li kêleka rê da û wergeriya.

Cendirme, tîmên tenduristiyê û tîmên agirvemirandinê çûn cihê qezayê.

Hat tesbîtkirin ku kesek li cihê qezayê miriye.

Tîmên tenduristiyê her 4 birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê.

Birînên 2 birîndaran xedar in.