ÇEWLÎG - Gur ketin gomê: 49 serî bizin mirar kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Metanê yê parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê gur ketin gomê û 49 serî bizin mirar kirin.

Li gundê Metanê Çewlîgê doh êvarê gur ketin goma Zulkuf Bucuka û 49 bizinên wî mirar kirin.

Xwediyê bizina Zulkuf Bucuka diyar kir ku 5 ji sewalên wî birîndar filitîne û 5 jî winda ne û ji rayedaran alîkarî xwest.

Piştî bûyerê, tîmên girêdayî Birêvebiriya Çandinî û Daristanê ya Parêzgehê li gomê lêkolîn kir.