Tammy Bruce li ser peymanên bi Herêma Kurdistanê re axivî

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser peymanên Amerîka û Herêma Kurdistanê ragihand, “Em piştgiriya peymanan dikin.”

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê li ser peymanên Herêma Kurdistanê û kompanyayên Amerîkî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

“Kompanyayên Amerîkî bi qasî milyaran dolaran veberhênan di warê petrola Herêma Kurdistanê de kiriye.

Em hêvî dikin veberhênana zêdetir a Amerîkayê li Îraqê bibînin.”

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê piştgiriya welatê xwe ya ji bo peymanan anî ziman û Bexda û Hewlêrê teşwîq kir ku “ji bo hilberîna gazê hevahengiyê bikin”.

Tammy Bruceyê behsa civîna Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marko Rubio û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û got:

“Wan behsa derfetên zêdekirina bazirganî û veberhênana di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de kir.”

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re got:

“Marko Rubio ji bo peymanên Herêma Kurdistanê û kompanyayên Amerîkî yên ji bo zêdekirina hilberîna gazê destxweşî li Mesrûr Barzanî kiribû.”

Bruceyê da zanîn ku her wiha beşeke din a gotûbêjên civîna Marko Rubio û Mesrûr Barzanî parastina mafên pêkhateyan li Îraq û Sûriyeyê bû.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê her wiha diyar kir ku Marko Rubio piştgiriya Amerîkayê ya ji bo “Herêmeke Kurdistana Îraqê ya xurt” eşkere kiribû.