Bakirhan bangî AK Partiyê kir: Berpirsyariyê wergire û bi cesaret biaxive
Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bangî AK Partiyê kir û got, "AK Partî dikare zêdetir berpirsyariyê wergire, bi cesaret biaxive."
Tuncer Bakirhan, di civîna komê ya partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê behsa pêşhatên dawî yên siyasî kir.
Bakirhan amaje bi civîna Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî re kir û eşkere kir ku hevdîtin bi awayekî erênî derbas bûye û pêwendiyên wan dê berdewam bikin.
“Em rêya xwe bi hev re çêbikin”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê eşkere kir Rojhilata Navîn ji nû ve şekil digire û got:
"Hinek hêz cihê xwe diguherin. Rojhilata Navîn dîsa di navenda van karan de ye û dîsa di bin nîşanê de ye. Hevsengiyên kevn têk diçin, her kes di nav telaşa çêkirina rêya sedsala pêş de ye.
Helbet em jî ne dûrî pêşketinên hem li cîhanê û hem jî li Rojhilata Navîn in.
Tirkiye jî rasterast li Rojhilata Navîn e, li kêleka van pêşketinan e.
Em jî bi destpêkirina vê pêvajoyê re dibêjin, ‘Werin em bi hev re rêya xwe çêkin’ bila kesekî din rêya me diyar neke. Bila gelên Tirkiyeyê rêya me diyar bikin.
Bila Banga Aştî û Civaka Demokratîk bibe rêya me. Bila komara demokratîk bibe rêya me. Bila rêyeke ku Kurd û Elewî tê de welatiyên wekhev in, bibe rêya me.”
“Divê AK Partî bi awayekî çalak tevbigere”
Tuncer Bakirhan bangî AK Partiyê kir ku di pêvajoya çareseriyê de bi awayekî çalak tevbigere û got:
“Divê di serî de AK Partî, kesên ku ezmûna wan di gelek partiyên siyasî de heye, kesên ku xwedî berheman in û kesên ku berê di vê pêvajoyê de cih girtine, divê gotinên xwe bêjin û derkevin pêş.
Ji bo ku ev pêvajo di nav civakê de belav bibe, divê ew jî di nav kirinên wisa de bin ku alîkariyê bidin vê pêvajoyê.
Ango, di vê pêvajoyê de, ne tenê DEM Partî, divê her kes zêdetir wêrek be, bi berpirsyariyeke mezintir tevbigere û divê em bibêjin ku pêwîst e ew jî di nav gotin, kirin û çalakiyên wisa de bin ku alîkariyê bidin vê pêvajoyê.
Em dibînin ku MHP jî di nav hewldan û xebatekê de ye ku vê pêvajoyê ji rêxistinên xwe û ji bingeha xwe re şîrove bike.
Helwesta partiyên siyasî yên li mixalefetê li ser vê mijarê ne xerab e lê divê ne tenê bi gotinê, ew jî di vê pêvajoyê de rola çalak bigirin û alîgirên xwe agahdar bikin.
Divê ew jî bang bikin, daxuyaniyan bidin û planan çêkin ku piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.
Di her cihê ku em diçinê de civak ji me re pirseke pir zelal dipirse. Dibêje: 'Ji meh û salan ve ev pêvajo dest pê kiriye, hûn li qadê ne; çima desthilat di vê mijarê de tirsok tevdigere?'
Çima desthilat ne li qadê ye? Desthilata ku di hilbijartinan de qeza bi qeza, gund bi gund digere, çima dema ku mijareke sed salî ya Tirkiyeyê tê nîqaşkirin, dema ku rêya çareseriyê tê nîşandan, nayê navçeya Şirwanê ya Sêrtê, nayê navçeya Dîgorê ya Qersê? Çima vê pêvajoyê rave nake?
AK Partî dikare zêdetir berpirsyariyê wergire, bi cesaret biaxive, dikare zêdetir zimanê çareseriyê bi kar bîne.
Ma bawerî tenê bi gotinê çêdibe? Helbet gotin girîng e lê ne tenê bi gotinê çêdibe. Divê gavên bawerîpêder jî bên avêtin.
Îro li aliyekî em behsa aştiyê dikin lê li aliyê din jî dema ku em li girtîgehan dinêrin, em rastî êşeke mezin tên.”
“Ji girtîgehan rojane du cenaze 2 tabût derdikevin”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê amaje bi rewşa girtiyên siyasî yên nexweş jî kir û wiha domand:
Li gorî amarên Wezareta Dadê li girtîgehan rojane bi 2 girtiyên nexweş dimirin.
Di 515 rojan de 1,026 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest daye.
We şaş nebihîst, 1,026 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest daye. Eger tedawî bibûna dibe ku îro li jiyanê bûna û dê li cem jin, zarok û malbatên xwe yên ku li benda wan bûna.
Her roj nêzîkî 2 cenaze, 2 tabût derdikevin û li ser milên mirovan tên veşartin. Bidawîkirina vê tabloya kareset, gava yekem û ya herî lezgîn a aştiyê ye.
Gaveke din jî divê derbarê rêkxistina cezayan de be. Bi salan e, bi hezaran kes ji ber sedemên keyfî li girtîgehan dimînin.
Qanûna cezayan ku ziyanê dide hesta edaletê ya ku di navenda vê pêvajoyê de ye, divê êdî li gorî standardên demokratîk were nûjenkirin.
Divê girtîgeh vala bibin, divê malbatên girtiyên 2 cejnan bi hev re piroz bikin.
Di vê çarçoveyê de, em radigihînin ku dê piştgiriyê bidin pakêta cezayê ya ku dê derkeve. Eger na, em dê helwesta xwe bêjin.”