Komkujiya Dihokê çawa çê bû?

Dihok (Rûdaw) – Li gor axaftinên ku ji zarê xizmetkara malê hatine veguhastin, “şerekî devkî” di navbera Nezmî û Şermînê de çêbûye. Wê xizmetkarê ji bo hevalekê nêzîkî Nezmî gotiye ku dema ew ji midbexê vegeriya “piştî şerê devkî Nezmî şeqamek li Şermînê da û gotê here mala dayika xwe.” Lê Şermîn behsa zarokên xwe yên 9 mehî dike û dibêje: “Dê wan jî ligel xwe bibim.” Ev şerê devkî dibe sedemê wê yekê ku Şermîn, dayik û birayê xwe bi destê mêrê wê bên kuştin û bi yekcarî ji wê malê û ji dinyayê jî bar bikin. Hin dibêjin Nezmî ne kesekî civakî bû û tev li derdorê nedibû. Yek ji nêzîktirîn hevalên Nezmî jî dibêje: “Heta niha nayê zanîn ew çi kêşe bû.”

Şermîn ku efsereke pêşmerge bû ser bi fermandariya Dihokê, berî bûyerê bi 6 rojan mizîniya pilebilindbûnê wergirtibû. Tê gotin ku Şermîn xeydî bû û çûbû mala bavê xwe û çîroka xwe ji dayik û birayê xwe Metîn re dibêje. Metîn jî ku berî çend mehan jin anîbû, dibêje xwişka xwe ew kêşeya we ye. Lê di dawî de diçe mala Nezmî ji bo çareserkirina kêşê. Pişt re ew şer dikin û Nezmî demançê bikar tîne û Metîn birîndar dibe. Diyar e Şermîn û dayika xwe Sanya jî li wir bûn û li pey Metînê 34 salî hatibûn. Dû re hewl didin birevin, lê tifinga Nezmî ji wan bileztir bû û Şermîn û dayika xwe jî nêzîkî laşê Metîn dikevin, ew li ser nîva cadê û dayika wê di otomobîla wê de bi çend guleyan jiyana xwe ji dest da. 

Lê qurbanî ne tenê ev in. Lê sê kesên din jî birîndar dibin û jiyana yekî ji wan di metirsiyê de ye. Ew tenê rêbwar bûn û ti pêwendiya wan bi kêşê ve nebû. Li gor gotina bavê yek ji wan birîndaran kurê wî piştî şiyarbûnê pirsyar kiriye “Ez çima li nexweşxaneyê me?!”

Xwe asêkirina wî di xanî de 

Bûyerê piştî demjimêr 8 û nîvê şevê destpê kir û polîs demjimêr 9 hatin agahdarkirin. Piştî ku polîs hatin kujer xwe asê kir “me gellek hewl da bi telefonê û bi danûstandinê wî razî bikin ku xwe radest bike” lê neçar bûn di dawî de dadwerî biryare da “derbasî xanî bibin”, ev axaftinên rêveberê giştî yê polîsên parêzgeha Dihokê Tariq Ehmed bûn.

Termê Şermînê bi cilên wê yên spî li ser cadê bû û dayika wê Sanya (54) piyên wê şemitîbûn derveyî otomobîlê û cihê guleyan li ser laşê wê diyar bûn.

Tariq Ehmed telefona Nezmî dike û li gor gotina wî daxwaz jê kiriye ku xwe radest bike. Herwiha bavê wî jî telefona wî kiriye û gotiyê “tiştek ji destê me nayê û tu yê kuştinê yî” ev lid û gotina wî hevalê nêzîkî Nezmî ku dibêje Nezmî gotiyê “li min fi`êl bikin.” Ew hevalê wî pê de diçe û ji Rûdawê re dibêje: “Nezmî giriya û got `ew hatibû şerê min –mebesta wî Metîn e-`.”

Gelo Şermîn ducanî bû? 

Şermîn jina duyê ya Nezmî bû. Jina yekê berî 5-6 salan berdabû, ji wê jinê ti zarokên wî nînin. Tê gotin ku Şermîn ducanî bû, lê hevalê nêzîkî Nezmî û xizmê Şermînê red dike û dibêje: “Nezmî û Şermînê kur û keçeke cêwî yên 9 mehî hebûn” rêveberê giştî yê polîsanTariq Ehmed eşkere nekir ka ew cêwî li ku ne, lê got “li cihekî aram in.” 

Dem ji bo demê xelk li cihê bûyerê kom bû û hejmara wan dora 500 kesan bû. Polîsan daxwaz jê dikir ku wî cihî vala bikin, çiku Nezmî çekdar e û dibe di her gavekê de teqê bike. Lê xelk her nêzîk dibûn û di dawî de kesûkarên hevjîna wî jî hatin û hewldana tolvedanê kirin. Êdî Nezmî yan dê xwe radestî wan bike yan jî dawî li jiyana xwe bîne ku wî ya duyê hilbijart. Di demekê de kesek hate nav baxçê xaniyê wî yê sê qat bû û agihand “wî xwe kuşt.”

Nezmî bi vê rêyê bi dehan pirsyar li dû xwe bê bersiv hiştin. Lê dawî li kêşeyeke mezin anî ku ger bimaya dê tolvedanê di navbera du eşîran de destpê bikira û encama wê ne tenê çar kuştî û sê birîndar bana!