Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî, êrişên DAIŞê li ser Kobanî bi tundî şermezar kir û bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, bilez alîkariya birîndar û mexdûrên êrişa Kobanî bike.
Kosret Resûl Elî, ku di heman demê de alîkarê Sekreterê Giştî yê YNKê ye jî, di daxuyaniyeke nivîskî de xemgîniya xwe li hember şehîdbûn û birîndarbûna komek welatiyên Kobanî di êrişa DAIŞê de nîşan da û wiha got:
“Kobanî ji wê bihêztir û berxwedêrtir e ku bi van êrişan teslîm bibe. Kobanî dê her dem wek kelha serbilind a berxwedana kurdan bimîne û ti carî nakeve…”
Alîkarê Barzanî û Talebanî bi tundî êrişa DAIŞê li ser Kobanî şermezar kir û bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû saziyên xêrxwazî yên hundir û derve kir, bilez alîkariyên mirovî û tunduristî ji birîndar û xelkê Kobanî re bişînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse