Rewşa dawî li Kobanî- Tevahiya bajêr di bin kontrola YPGê de ye

 

Kobanî (Rûdaw) – Peyamnêrê Rûdawê li Kobanî ragihand, tevahiya tax û avahiyên Kobanî yên ku ketibûn destê DAIŞê ji aliyê şervanên YPGê ve hatin kontrolkirin.

Peyamnêrê Rûdawê li Kobanî Imer Kalo ragihand, şervanên YPGê hemû avahî û cihên ku roja 25ê vê mehê ketibûn destê DAIŞê, kontrol kirin.

Imer Kalo diyar kir ku şervanên YPGê niha jî li nav bajêr li çekdarên DAIŞê digerin çimkî tirsa wê heye hinek ji wan xwe di nav malan de veşartibin.

Li  gorî agahiyên Peyamnêrê Rûdawê, nexweşxaneya Miştenûrê piştî ku hat teqandin, ji aliyê şervanên YPGê ve hat kontrolkirin lê heta niha nayê zanîn ka çekdarên DAIŞê ew avahî teqandine yan jî YPGê.

Imer Kalo her wiha got, beşek ji welatiyên Kobanî yên ji ber DAIŞê reviyane, li ser sînor kom bûne beşek jê li nav daristana Kobanî dimînin û rewşa wan jî xirab e.

Ji aliyekî din, nûnerê TEV-DEMê li Kobanî, Omer Ellûş ji Rûdawê re got, niha tenê li du cihên Kobanî çekdarên DAIŞê mane lê ji ber ku mirovên sivîlê di destê wan de ne operasyona girtina wan cihan bi sistî pêşde diçe.