Di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de deriyekî nû hate vekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Deriyê sînorî yê Şûşmê yê di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de bi fermî bo hatinûçûna geştiyaran hat vekirin. Ev derî dikeve nabvera parêzgeha Helebce li Başûrê Kurdistanê û Kirmaşan li Rojhilatê Kirmaşanê.
Roja Sêşemê 27-06-2023, Cîgirê Parêzgarê Helebceyê Shahîn Raza ji Rûdawê re got "Derî ji îro ve hatiye vekirin û biryar e 24 demjimêran vekirî be û hatûçûna geştyarî û bazirganî tê de bê kirin, lê em hêjî li benda rênimayîyan in."
Şahîn Reza got “Ev derî dê bandoreke aborî li ser parêzgeha Helebce bike, bi taybet ji bo Tewêla û Biyara, ji ber ku ji bilî geştiyariyê, bazirganî jî li vî derî tê kirin.”
Cîgirê parêzgarê Helebceyê da zanîn ku vekirina deriyê Şûşmê bi fermî ji aliyê Iraqê ve nehatiye pejirandin û ew dê li ser xetê bin ku Iraq bi fermî wê yekê nas bike û wiha got “Vekirina derî zêdetir girêdayî Herêma Kurdistanê û Îranê ye.”
Li aliyê din di dema vekirina derî de Parêzgarê Kirmaşanê Mihemed Teyîb Sehrayî û Parêzgarê Helebceyê Azad Tofîq amade bûn. Herdu aliyan tekez kirin ku divê kar bê kirin bo amadekirina bingeheke pêşkeftî li her du aliyên sînor.
Parêzgarê Helebceyê Azad Tofîq got ku ew hêvî dikin piştî vekirina derî, bazara sînorî jî li navçeyê bê vekirin ku bikare xizmeta zêdetir a xelkê deverê bike.
Çend deriyên sînorî di navbera parêgehên Silêmanî û Helebce yên Başûrê Kurdistanê û parêzgehên Kirmaşan û Sinê yên Rojhilatê Kurdistanê de hene û tenê deriyên Başmax û Perwîzxan tên naskirin û navdewletî ne.
Deriyê Şûşmê berî niha tenê bo hatinûçûna bazrganiyê di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de hatibû vekirin. Bi gotina cîgirê parêzgarê Helebce, niha çûnûhatina geştyaran li ser derî heye û ligel berpirsên aliyê Îranê rêkeftin hatiye kirin û ti pirsgirêk di vekirina derî de nînin.
Herwiha Deriyên Kêlê, Sayranben, Pişte û Şûşme jî hene ku hê jî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bi fermî nehatine naskirin.
Li Herêma Kurdistanê ji bilî Başmax û Perwîzxanê du deriyên din ên navdewletî hene; Li parêzgeha Hewlêrê deriyê navdewletî yê Hacî Omeran û li parêzgeha Duhokê jî deriyê Îbrahîm Xelîl.
Du deriyên din li parêzgeha Duhokê hene ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bi fermî nehatine naskirin: deriyên Serzêrê û Sêmalka; Deriyê Serzêrê yekem di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de ye û deriyê Sêmalka jî di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ye.