Li Mûşê beriya cejnê karê şêranîfiroşan zêde bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê ji ber Cejna Qurbanê şêranîfiroş ji bo ku siparîşan bigihînin zêdetir dixebitin.

Hosteyên ku ji bo siparîşan bigihînin gelekî dixebitin şêraniyên wek peqlewe, qedayîf, gulac, şekirpare û tulumbayan pêşkeşî welatiyan dikin.

Veysel Okşaş ê dikana wî ya şêraniyê heye got ji ber ku ji cejneê re hindik maye sîparîşên wan zêde bûn.

Okşaş diyar kir ku hoste şev û roj dixebitin û got: "Ji ber ku hewa germ e zêdetir şêraniyên bi şîr tên çêkirin tên xwestin. Em di şêraniyên xwe de xurekên biqalîte bi kar tînin. Bila welatî siparîşên xwe zû bidin. Ez ji niha ve Cejna Qurbanê ya her kesî pîroz dikim."

Abdullah Bumen ê dikana wî heye jî wiha got: “Em şêranî, kunefe û peqlewayê çêdikin. Qerebalixa cejnê dest pê kir. Çêkirina me ya şêraniyê xelas bû, hosteyên me dest bi pijandinê kirin.”