Ayşegul Dogan: Ji bo çareseriyê pêdivî bi gavên nû heye

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê diyar kir li parlamentoyê ji bo avakirina komîsyonê di navbera aliyan de lihevkirin çêbûye û êdî pêdivî bi gavên nû heye.

Ayşegul Dogan li Navenda DEM Partiyê di konferanseke rojnamegeriyê de li ser pêşhatên dawî yên di rojevê de axivî.

Berdevka DEM Partiyê ragihand ku ti pêwendiya “biryara bi hincet a Doza Kobaniyê” bi hiqûqê re nîne û got, “Pêdiviya me bi pêşhatên ku piştgiriyê bidin vê atmosferê heye.”

Ayşegul Doganê destnîşan kir ku biryara Doza Kobaniyê ne tenê DEM Partiyê hemû Tirkiyeyê û mafê her kesî yê azadî, wekhevî, aştî û edaletê eleqedar dike.

“Mafê siyaseta demokratîk ne sûc e”

Berdevka DEM Partiyê amaje bi biryarên Doza Kobaniyê jî kir û wiha domand:

“Di 16ê Gulana 2024an de zêdeyî 400 sal ceza hatin dayîn. Siyasetmedar tenê ji ber ku siyaset kirine bi salan hatin cezakirin.

Belgeya hincetê ya ku piştî 13 mehan bi 32 hezar û 630 rûpelan hat amadekirin, nîşan dide ku ti bingeheke wê ya hiqûqî nîne.

Wekî ku Selahattîn Demîrtaş gotibû, ev ‘doza tolhildana siyasî’ û dorpêçkirina siyaseta demokratîk e.

Îro li Tirkiyeyê, bêyî ku ziman û nasnameya wan çi be, pêwîstiya hevpar a her kesî edalet e. Ji ber vê yekê, divê ev hesta edaletê ya ku hatiye têkbirin, ji nû ve bê avakirin.

Divê ev atmosfera neyînî ya li ser siyasetmedar û rojnamegeran biguhere.

Pêdiviya me bi pêşhatên ku piştgiriyê bidin vê yekê heye.

Helbet ev gav bi serê xwe Pirsgirêka Kurdan û pirsgirêka demokrasiyê ya Tirkiyeyê çareser nakin lê ew dikarin bibin destpêkên girîng.

Gavên bi vî rengî dikarin di nava civakê de hestên nû biafirînin û hevpariya civakî xurt bikin.

Mafê siyaseta demokratîk ne sûc e. Endamtiya HDPê û DEM Partiyê û têkoşîna ji bo nirxên hevpar ne sûc e.”

“Ji bo komîsyonê lihevkirin heye”

Ayşegul Doganê amaje bi hewldanên avakirina komîsyona çareseriya ya li parlamentoyê jî kir û got:

“Em dibînin ku hem di nav partiyên siyasî de hem jî di nava civakê de li ser girîngiya avakirina komîsyonê lihevkirinek heye. Em wekî DEM Partî vê yekê bi kêfxweşî pêşwazî dikin.

Pêşnûmeya me di vî warî de amade ye û em dê roja duşemê pêşkêşî Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş bikin.

Înîsiyatîfa Serokê Parlamentoyê û nêzîkatiyên erênî yên partiyên din girîng in.

Em bi awayekî cidî nêzî vê mijarê dibin. Divê çek bi temamî bên bêdengkirin û ji bo vê yekê hemû mekanîzmayên pêwîst demildest bên avakirin.”

“Nabe girtiyên nexweş di girtîgehan de bin”

Berdevka DEM Partiyê behsa hevdîtina şandeya DEM Partiyê û Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç kir û wiha got:

“Eger em dixwazin behsa sîstemeke demokratîk bikin, nabe ku mirovên ku rewşa wan a tenduristiyê giran e di girtîgehan de bêne hiştin.

Ev binpêkirina mafên mirovan e. Her wiha Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê nahêlin girtiyên ku cezayên wan qediyane bên berdan.

Divê bi lez dawî li van binpêkirinan were. Ev ne tenê rojeva DEM Partiyê ye, divê hemû partiyên siyasî li hemberî vê bêdadiyê xwedî helwest bin.”

Doganê derbarê hevdîtina şandeya DEM Partiyê ya bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re jî got, "Teqwîma hevdîtina me ya li gel Serokomar Erdogan hê diyar nîn e lêbelê em çaverê ne di rojên pêşiya me da bê lidarxistin."