Menûçêhr Hebîbî: Piştî Tehranê herî zêde kes li Kirmaşanê hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Kirmaşanê Menûçêhr Hebîbî eşkere kir ku di encama êrişên Îsraîlê yên li deverên cuda yên parêzgehê de 66 kes hatine kuştin.
Li gorî gotina Menûçer Hebîbî piştî Tehranê, di şer de herî zêde kuştî li Kirmaşanê çêbûne.
Parêzgarê Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê Menûçêhr Hebîbî, amarên taybet ên kuştiyên şerê 12 rojî yê Îran û Îsraîlê eşkere kirin û ragihand ku 66 kes di encama şer de hatine kuştin.
Menûçêhr Hebîbî da zanîn ku li deverên cuda yên parêzgehê 532 kes jî birîndar bûne.
Berbanga 13ê Hezîranê, artêşa Îsraîlê êrişî çend tesîsên atomî û leşkerî yên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê kiribû û di encamê de hejmareke zanayên atomî û fermandarên Supaya Pasdaran a Îranê hatibûn kuştin.
Îsraîlê li Kirmaşanê navendên mûşekên balîstîk ên Îranê yên wekî Navenda Qezencî ya Asmanî, Navenda Leşkerî ya Nebî Ekrem, Baregeha Îmam Hesen, Navenda Pîşêsaziya Leşkerî ya Kirmaşanê bi tundî bombebaran kiribû.
Îranê wekî bersiv operasyona bi navê "Soza Rast 3" dijî Îsraîlê ragihand û bi çend qonaxan, bi rêya mûşek û dronan êrişî Îsraîlê kir.
Şerê her du welatan de 12 rojan bi awayekî giran berdewam kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump 24ê Hezîranê diyar kir ku her du aliyan aştî xwestiye û wî di navbera her du aliyan de agirbest ragihand.