Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgariya Hewlêrê li ser wê yekê gotûbêjan dike ku kolana Îskan û çend kolanên din bi tevehî ji hatin û çûna otomobîlan rebê girtin.
Ev çend roj in bi armanca ewlekariyê bazara Îskan û ya Nîştîman ji hetin û çûna otomobîlan re hatiye girtin. Niha Parêzgariya Hewlêrê gotûbêjan li ser girtina bazara Îskan û çend kolanên din dike.
Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê Tahir Ebdullah ji Rûdawê re ragihand : “Çend rojên derbasbûyî li Îskan û çend kolanên din, ji ber ewlekariyê hatin û çûna otomobîlan hatiye qedexekirin. Weke tê zanîn bazarê Îskanê pir qelebalix e û şev û roj hatin û çûn lê heye. Weke parêzgariyê em niha li ser wê yekê gotûbêjan dikin ku kolana Îskan bi yekcarî ji hatin û çûna otomobîlan re bigrin.”
Rêveberê Ewlekariya Hewlêrê Tariq Gerdî jî ji Rûdawê re got: “Rêkariyên ewlekariyê tiştên asayî ne. Ji bo pêşiya planên terorîstan bê girtin, biryarek wiha hatiye girtin.”
Gerdî herwiha diyar kir ku ew hemwelatiyan piştrast dikin ku ti metirsiyên êrîşên terorîstî nîne, biyar ji bo ewlekariyê hatiye girtin û rewşa bajêr jî bi temamî di bin kontrola hêzên ewlekariyê de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse