Li Mûşê ji ber germahiyê dewaran dixin ava çeman
Navenda Nûçeyan - Li Mûşê hin gavan ji ber hewaya germ dewaran dixin Çemê Karasuyê û honik dikin.
Li gundê Karakutuka ser navçeya Haskoyê hin gavan û hin kesên ku dewaran xwedî dikin, ji ber zêdebûna pileya germê hewl didin ku dewarên xwe ji germê biparêzin û herwiha ji bo vê yekê li gorî xwe tevdîran distînin.
Gavanên gund dewaran dixin Çemê Karasuyê û honik dikin.
Ahmet Korkmaz ku dewaran xwedî dike destnîşan kir ku germê gamêşên wî zêde aciz kiriye û ji ber hindê wî jî ji bo ku honik bibin, gamêş anîn Çemê Karasuyê.
Ahme Kokmaz wiha got: "Ji ber germê gamêş bi roj hema bêje qet ji avê dernakevin. Beşeke mezin a roja xwe di Çemê Karasuyê da derbas dikin."