Li Hewlêrê 5 hilberîner hatin girtin û 3 kes jî reviyane
Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê Hilberînê yê Parêzgeha Hewlêrê ragihand, ji ber pabendnebûna wan bi cîbcîkirina projeyan, 5 hilberîner hatine girtin û 3 hilberînerên din jî fermana girtinê ji wan re derketiye, lê reviyane.
Rêveberê Hilberînê yê Hewlêrê, Saman Areb ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Ji ber ku girêbesta wan li gel welatiyan heye û xanî û apartmanên xelkê weke pêwîst ava nekirine, pênc hilberîner li bajarê Hewlêrê hatine girtin û herwiha çend hilberînerên din jî ku pabendî ruxseta hilberîniyê nebûne, bi biryara dadgehê û fermana serokwezîrê Herêma Kurdistanê hatine girtin.”
Saman Areb amaje bi wê yekê jî kir, ku sê hilberîner ji Hewlêrê ve ber bi başûrê Iraqê û derveyî Herêma Kurdistanê reviyane.
Areb tekez kir, hikûmeta Iraqê û polîsê Interpol ji wê yekê hatine agahdarkirin, daku her sê hilberîneran desteser bikin.
Bi gotina Rêveberê Hilberînê yê Hewlêrê, kesên ku hatine girtin, niha di girtîgehê de ne û li benda roja dadgehîkirina xwe ne.