Besra û Kerkûk di lîsteya cihên herî germ ên cîhanê de ne

Hewlêr (Rûdaw) – Pêla hewaya germ tevahiya cîhanê daye ber xwe û bajarên Îraq û Başûrê Kurdistanê dikevin lîsteya cihên germ ên cîhanê.

Doh parêzgeha Besrayê ya Îraqê bû duyemîn û parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê jî dehemîn cihê herî germ ê cîhanê bû.

Ji wan cihên ku li ser asta cîhanê pileya herî bilind a germahiyê lê hatine tomarkirin, 11 jê li Îraq û Başûrê Kurdistanê ne.

Li gorî malpera Eldoradoyê ya Amerîkayê, doh Balafirgeha Navneteweyî ya Besrayê bi 51,1 pileyan, piştî bajarê Ehwazê yê parêzgeha Xûzistanê ya Îranê ku pileya wê 51,2 bû, bû cihê duyemîn ê herî germ.

Lîsteya 15 cihên herî germ ên cîhanê:

Ehwaz, Xûzistana Îranê: 51,2 °C

Balafirgeha Navneteweyî ya Besrayê, Îraq: 51,1 °C

Omîdiye, Xûzistana Îranê: 50,6 °C

Navenda Besrayê ya Îraqê: 50,3 °C

Nasiriye, parêzgeha Zîqarê ya Îraqê: 50,3 °C

Kuweyta paytexta Kuweytê: 50,2 °C

Abadan, Xûzistana Îranê: 50 °C

Emare, parêzgeha Meysanê ya Îraqê: 49,7 °C

Hile, parêzgeha Babîlê ya Îraqê: 49,5 °C

Kerkûka Başûrê Kurdistanê: 49,5 °C

Bedre, parêzgeha Wasitê ya Îraqê: 49,4 °C

Dîwaniye, parêzgeha Dîwaniyeyê ya Îraqê: 49,4 °C

Hît, parêzgeha Enbarê ya Îraqê: 49,3 °C

Kût, parêzgeha Wasitê ya Îraqê: 49,3 °C

Xurmatû, parêzgeha Selahedînê: 49,2 °C