NISÊBÎN - Nazliya 70 salî bi tenê dijiya, termê wê hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jineke ku bi tenê dijiya li mala xwe bi mirîtî hat dîtin.

Birayê Nazli Peymanera 70 salî yê ku li Almanyayê dijî, piştî ku xeber ji xwişka xwe nestand cîranên wê yên li Taxa Dîcleyê agahdar kirin.

Cîranên ku ji deriyê eywanê ketin malê dît ku Peymaner erdê bê liv û tevger e.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Di kontrola tîman de hat tesbîtkirin ku wê canê xwe ji dest daye.

Tîmên tenduristiyê termê Peymanerê rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê û paşê ji bo otopsiyê şand Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.

Hat zanîn ku Peymaner beriya niha bi birayê xwe re ji Almanyayê hatiye Nisêbînê û piştî ku birayê wê vegeriyaye Almanyayê, ew li malê bi tenê dijiya.