Li Wanê li benzînxaneyekê teqîn, karkerek bi giranî birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qelqeliyê ya Wana Bakurê Kurdistanê li benzînxaneyekê teqîn çêbû û karkerek bi giranî birîndar bû.

Li Taxa Cumhuriyetê li stasyoneke sotemeniyê serê sibehê ji ber sedemeke nediyar teqînek çêbû.

Di encama teqînê de zerer gihişt kargehê.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên agirvemirandinê midaxeleyî şewata piştî teqînê kir û li derdorê tedbîrên ewlehiyê hatin standin.

Tîman karkerê stasyonê yê ku di teqînê de bi giranî birîndar bûbû bi ambulansê rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Qelqeliyê.