Berpirsekî Rojava: Daxuyaniya li ser navê 133 eşîrên Ereb sexte ye

Hewlêr (Rûdaw) -Sekreterê PDK-Syê Ciwan Ebdulkerîm Siko ragihand daxuyaniya ku bi navê 133 êl û eşîrên Ereb ên Sûriyeyê hatiye belavkirin û tê de gef li HSDyê hatibû xwarin sexte ye.

Sekreterê PDK-Syê Ciwan Ebdulkerîm Siko ragihand daxuyaniya ku bi navê 133 êl û eşîrên Ereb ên Sûriyeyê hatiye belavkirin û tê de gef li HSDyê hatibû xwarin sexte ye.

Hat ragihandin ku daxuyaniya ku doh (26ê Tîrmehê) li ser navê 133 êl û eşîrên Ereb ên Sûriyeyê hatibû belavkirin û gef li Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dixwar, sexte ye.

Di wê daxuyaniyê de gef li HSDyê hatibû xwarin ku di demeke nêzîk de çekên xwe radestî Hikûmeta Sûriyeyê bike û ji Dêrezor, Reqa û Hesekê derkeve.

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyeyê (PDK-S) Ciwan Ebdulkerîm Siko ji Rûdawê re ragihand ku çavkaniyeke pêbawer ji wî re piştrast kiriye ku ew daxuyanî sexte ye û ji rastiyê dûr e.

Li gorî heman çavkaniyê, çend xalên ku sextebûna daxuyaniyê îspat dikin hene:

Di daxuyaniyê de cudahî nexistine navbera êl û eşîran û hemû wekî êl hatine binavkirin, tevî ku her êlek gelek eşîran li xwe digire.

Li kêleka pencemoran navê ti serokê êl an eşîrê nehatiye nivîsandin.

Mohra fermî ya ti êl û eşîranli ser daxuyaniyê nîne.

Hejmara pencemoran ji hejmara navan kêmtir e û hemû jî wekî hev in.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew qasî êl û eşîr nînin.

Çavkaniyê pêwendî bi hinek serokên eşîran ku navê wan di daxuyaniyê de heye re daniya û wan serokan beşdarbûna xwe red kirine.

Heman çavkaniyê ji Ciwan Siko re daye zanîn ku armanca belavkirina vê daxuyaniya sexte provokasyon û çêkirina aloziyê ye.

Tê nûkirin...