Îran zextan zêde dike: Îsal herî kêm 100 Kurd hatine îdamkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistineke mafên mirovan a Hengaqê ragihand ku Îranê ji destpêka 2025an ve herî kêm 100 welatiyên Kurd bidarve kirine ku di nav wan de çend girtiyên siyasî jî hene.

Ev zêdebûn di demekê de ye ku Îran piştî şerê 12 rojî yê bi Îsraîlê re cezayên li ser girtiyan zêde dike.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ya ku navenda wê li Osloyê ye roja şemiyê li ser Îranê raporeke berfireh weşand.

Hengawê diyar kir ku piştî şerê Îran û Îsraîlê rewşa mafên mirovan li Îranî bi awayekî berbiçav xerab bûye.

"Herî kêm 100 Kurd hatine bidarvekirin"

Hengaqê ragihand “Ji destpêka sala 2025an ve Komara Îslamî ya Îranê herî kêm 100 Kurd bidarve kirine ku çar ji wan girtiyên siyasî ne.”

Rêxistinê ew siyaseta Têhranê ya wekî “siyaseta mirinê û cudakariyê” bi nav kir şermezar kir û got, ev “beşek ji projeyeke berfirehtir a zordariya sîstematîk a li dijî gelê Kurd e û divê demildest were sekinandin.”

"Pişît şerê Îran-Îsraîlê 85 girtî hatin bidarvekirin"

Li gorî rêxistinê, di navbera destpêka şerê di 13ê hezîranê de û mehek piştî agirbesta 24ê hezîranê, “herî kêm 85 girtî li girtîgehên cuda” yên Îranê hatine bidarvekirin.

Di nav kesên ku hatine bidarvekirin de 6 kes hebûn ku 3 ji wan Kurd bûn û bi “sîxuriya ji bo Îsraîlê” dihatin tohmetbarkirin.

Hengawê da zanîn ku ev bidarvekirin bi dizî hatine kirin û destûr nehatiye dayîn ku malbat biçin serdana wan a dawî.

Hengawê her wiha ragihand ku di meha borî de ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve “herî kêm 30 çalakvanên siyasî, di nav de 18 welatiyên Kurd, bi cezayê darvekirinê yan jî zindanê hatin mehkûmkirin” û cezayên wan bi giştî 272 sal û 9 meh in.

Her wiha, rêxistina mafên mirovan a navenda wê li Osloyê ye bal kişand ser desteserkirinên berfireh.

"Piştî agirbestê 500 Kurd hatine desteserkirin"

Rêxistinê got, “Ji destpêka şerê Îran û Îsraîlê heta mehek piştî agirbestê, li seranserê Îranê herî kêm hezar û 800 kes hatin desteserkirin.”

Kurdan para herî mezin girt û 500 kes hatin desteserkirin.

Gelek ji wan ji aliyê saziyên îstixbarata Îranê ve bi "sîxuriya ji bo Îsraîlê" hatin tohmetbarkirin.

Ji aliyê xwe ve, Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) roja pêncşemê ev agahî piştrast kir û ragihand ku di dema şerê bi Îsraîlê re û piştî wê de, li seranserê Îranê ji aliyê Wezareta Îstixbaratê ya Îranê û dezgeha îstixbarata Supaya Pasdaran ve "zêdetirî 330 çalakvanên Kurd û welatiyên din" hatine desteserkirin.

Hinceta MOSSADê

Di nav wan de, 18 çalakvanên siyasî yên Kurd bi giştî 221 sal û 7 meh cezayê girtîgehê û pênc kes jî bi giştî 11 caran cezayên îdamê li wan hatiye birîn bi hincetên wekî “hevkarîkirina bi MOSSAD û Îsraîlê re.”

Ev rapor di demekê de derdikevin ku rayedarên Îranê ji bo zêdekirina zextên li ser sîxuriya îdiakirî û hevkariya bi Îsraîl û Amerîkayê re tedbîrên nû wergirtine.

Destpêka vê mehê, Serokê Saziya Dadweriyê ya Îranê Xulamhuseyîn Mohsenî Ejeyî ferman da ku dozên sîxuriyê yên girêdayî Îsraîlê bi lez bên meşandin.

Ejeyî got, “Beşek ji rêlibergirtina di vê mijarê de girêdayî leza çalakiyê ye.”

Ev daxuyaniyên wî piştî ku parlamentoya Îranê guhertin di yasayên sîxuriyê yên welêt de pesend kirin hatin ku bi awayekî berbiçav pênaseya çalakiya dijminane berfireh dike û ji bo cûrbecûr sûcên girêdayî Îsraîl û Amerîkayê cezayê darvekirinê destnîşan dike.

Pêvajoya şerê ku bi êrişên tund ên Îsraîlê yên li ser Îranê dest pê kir

Îsraîlê, 13ê Hezîranê li gelek bajarên Îranê û di serî de li dijî santralên navokî û fermandarên payebilind ên artêşê êrişên berfireh pêk anîn.

Di êrişan de Sererkanê Giştî yê Îranê, Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran û hinek fermandarên pilebilind û 9 zanyarên atomê hatin kuştin.

Hat ragihandin ku di êrişên Îsraîlê de bi giştî hezar û 100 sivîlan canê xwe ji dest daye û 5 hezar û 600 kes jî birîndar bûne.

Di êrişên mûşekî yên Îranê de, li gorî Îsraîlê, 28 kes mirin û hezar û 272 kes jî birîndar bûn.

Amerîkaya ku bi eşkereyî piştgirî da Îsraîlê, 22yê Hezîranê êrişî 3 santralên nukleerê yên Îranê yên li Netenz, Fordo û Îsfehanê kir.

Îranê wekî bersivdayîna êrişa Amerîkayê, 23yê Hezîranê, êrişî Baregeha Esmanî ya El-Udeyd a Amerîkayê ya li Qeterê kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, 24ê Hezîranê ragihand ku di navbera Îran û Îsraîlê de agirbest hatiye ragihandin.

Girtina welatiyan

Piştî agirbestê, rayedarên Îranê desteserkirin û bidarvekirina sîxurên îdiakirî zêde kirine û îtirafên çend girtiyan bi rêya televîzyonê weşandine.

Lêbelê, komên mafên mirovan bi hinceta fikarên demdirêj ên derbarê bikaranîna zordariyê ji bo stendina îtirafên derewîn ji aliyê Îranê ve, li ser pêbaweriya van îtirafan pirsiyar çêkirine.